Ûçar: Em ê vê desthilata ku zilmê li miriyên me dike têk bişikînin 2023-04-17 18:35:23   BEDLÎS - Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçarê li Tetwanê di vekirina buroya hilbijartinê de got ku ew ê vê desthilata ku zilmê li miriyên wan jî dike têk bişikînin.    Partiya Çepên Kesk, di çaçroveya xebatên xwe yên hilbijartinê yên li herêma Serhedê de, li navçeya Bedlîsê Tetwanê bi gel re civiya. Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayidir û parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de bi girseyeke qelebalix li Tetwanê buroya hilbijartinê hat vekirin. Bi sedan kesên ku li ber avahiya HDP'ê ya navçeyê kom bûn bi berzkirina dirûşmeyên "Jin, jiyan, azadî" û "Bedlîs dê ji faşîzmê re bibe goristan" heya ber buroya hilbijartinê meşiya. Di meşê de şande bi çepikan hat pêşwazîkirin.    'RÊYA ME RÊYA SÊYEM E'   Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar, piştî nasandina namzetên parlementeriyê axivî. Ûçarê bilêv kir ku ew di pêvajoyeke pir krîtîk de ne, lewma hilbijartinên 14'ê Gulanê hem ji bo Kurdan hem jî ji bo tevahiay Tirkiyeyê pri biqîmet in. Ûçarê bilêv kir ku siyaset di navbera du aloyan de tê meşandin û got: "Yek, Tifaqa Cumhûrê heye ku bi polîtîkayên xwe yên dijiminatiya kurdan û jinan dike; dudu, Tifaqa Miletê heye ku ji bo pirsgirêkên sereke yên Tirkiyeyê çareseriyên mayinde berpêş nake. Û tifaqa me heye. Navê vê rêya me, rêya sêyem û navê tifaqa me tifaqa sêyem e. Lê di nava vê tifaqa sêyem de gelek hêz hene. Em wekî Tifaqa Ked û Azadiyê li qadê ne. Em wekî Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd li qadê ne. Lewma em ji her kesî bihêztir ber bi hilbijartinê ve diçin."    Ûçarê destnîşan kir ku ji niha ve bi ser ketine. Ûçarê xerakirina Goristana Xerzanê bibîr xist ku bi sedan cenaze jê hatibûn derxistin û got: "Têkşikandina vê desthilata ku zilmê li miriyên me jî dike, deynê û di stuyê de ye."    Ûçarê di berdewama axaftina xwe de bilêv kir ku Tetwan dê bibe cihê ku desthilat lê bê şandin û got: "Diyarkerê vê hilbijartinê kurd û hêzên kurdistanî ne."    Piştî axaftina Ûçarê, buroya hilbijartinê hat vekirin. Gera hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk a li Serhedê bi vê bernameyê bi dawî bû.