ROJEVA 18'Ê NÎSANA 2023'YAN 2023-04-18 09:00:04       * Hevserokê OHD'ê ya Şaxa Wanê Mûrat Ozçîçek, anî ziman ku ji bo hilbijartinê bi awayekî bêhiqûqî bi dawî nebe dê tevî 160 parêzeran li qadê bin.    * Dê û bavên hemşîre Dîcle Nazê ku li malê bi awayekî mirî hatibû dîtin, anîn ziman ku ew yeqîn nakin ku keça wan xwe kuştibe û gotin: "Yekî jê re gotiye, 'min serê sêyan jê kiriye', tu yê jî bibî ya çaran. Em yeqîn nakin, keça me xwe nekuştiye."    * Di îdianameya rojnamevan Lezgîn Akdenîz de, nûçeyeke der barê Hozan Hemîdo de heye ku JÎTEM'ê ew qetil kiriye. Di îdianameyê de ji bo Hozan Hemîdo hatiye gotin ku "Ev kesê ku PKK qîmetê dide wî, stran ji bo rêxistinê çêkirine."    * Namzetê parlamenteriyê yê Amedê yê Partiya Çepên Kesk Azad Bariş, diyar kir ku ew ê li meclisê bibe dengê hemû kesên vederkirî û got: "Em êzidî, elewî, çerkez û gel û baweriyên din ên bi tenê tên hiştin, em ê hesab bipirsin."    * Maxdûrê erdhejê Emîn Durmaz ku li navenda Semsûrê di konbajar de dijî bi lêv kir ku bi rojan alîkariya wan nehatiye kirin û wiha bertek nîşan da: "Ez bi xwe heqê xwe helal nakim. Lê me wan li ser serê xwe mezin kir, heke me deng nedana wisa nedibû. Êdî divê kes dengê xwe nede desthilatê."   * Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Antalyayê Sarûhan Olûç û Canan Çalagan, diyar kirin ku hilbijartinên 14’ê Gulanê di serî de jin, ji bo hemû gelan gelek girîng in û wiha got: “Em ê bi gelê xwe re xwedî li vîna xwe derkevin û jiyana nû ava bikin.”   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 757’an de berdewam bike.    * Partiya Çepên Kesk wê li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê xebatên xwe yên hilbijartinê bidomîne. (10.00- 20.00)    * Danişîna biryarê ya doza têkildarî Erhan Gorur a li navçeya Elbak a Wanê, derbarê Serpel Yasîn Erkoç de hatiye vekirin wê li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê bê lidarxistin. (09.05)   * DÎSK, KESK, TMMOB, TTB û TDB bernameya xwe ya 1’ê Gulanê ku amadekariyên wê bi dirûşmeya “Ked a me ye, siberoj a me ye” dabû destpêkirin wê li Qada Barbaros a Beşîktaşê aşkere bikin. (12.00)   * Bi tevlibûna Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldanê li navçeyên Edeneyê Ceyhanê civîna gel dê bê lidarxistin, li Seyhanê jî buroya hilbijartinê dê bê vekirin, li navçeyên Mêrsînê Tarsûsê xwarina fitarê bê dayîn û li navçeya Toroslarê jî buroya hilbijartinê dê bê vekirin. Bi tevlibûna Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, Hevserokê Giştî yê EHP’ê Hakan Ozturk wê li navçeyên Farqîn û Peyas ên Amedê civînên gel bên lidarxistin. (13.00, 15.00, 18.30, 20.30) ZINDÎ