Şaxa OHD'ê ya Wanê dê roja hilbijartinê tevî 160 parêzeran li qadê be 2023-04-18 09:01:02   WAN - Hevserokê Şaxa OHD'ê ya Wanê Mûrat Ozçîçek, anî ziman ku ji bo hilbijartinê bi awayekî bêhiqûqî bi dawî nebe dê tevî 160 parêzeran li qadê bin.    Gelek rêxistinên civaka sivîl, xebatên ji bo ewlehiya hilbijartinê didomînin. Yek ji van rêxistinan jî Komelaya Hiqûqnasan a Ji Bo Azadiyê (OHD) ye. Şaxa OHD'ê ya Wanê, dê roja hilbijartinê tevî 160 parezeran li navenda bajêr û 13 navçeyên bajêr be. Hevserokê Şaxa OHD'ê ya Wanê Mûrat Ozçîçek, destnîşan kir ku ew ê ji bo ewlehiya sindoqan li hemû navçeyan bin.    Mûrat Ozçîçek   OHD DÊ TEVÎ 160 PARÊZERAN LI QADÊ BE   Ozçîçek bêhiqûqîtiyên di hilbijartinên borî de bibîr xistin û got ku ji bo ew nelirêtî careke din çênebin dê tevî 160 parêzeran li qadê bin.    Ozçîçek bilêv kir ku ew ê di dema bikaranîna dengan û hejmartina dengan de li ser sindoqan bin ku nelirêtî çênebin û wiha got: "Em ê heya dawiya hejmartina dengan li edliyeyên navçeyan û Edliyeya Wanê bin û em ê li ber nelirêtiyan rabin û îtirazên xwe bikin."    EWLEHIYA SINDOQAN   Ozçîçek destnîşan kir ku sedemeke ku ew li qadê dixebitin jî, ew e ku astengiyên li ber vîna gel ji holê rakin û axaftina xwe wiha qedand: "Em, ji bo ku li ser sindoqan jî parêzertiya gelê xwe bikin em ê li qadê bin. Ji bo bidawîbûna vê rêveberiya çewisîner û antîdemokratîk, ev hilbijartin girîng e.Weke OHD'ê em ê di vî warî de bêyî ku cihêkariyê bikin, em ê li ser sindoqan bin ji bo ewlehiya hilbijartinê."