Derheqê kujerên Zehra Bayik de doz hate vekirin 2023-04-18 11:57:30   MÛGLA - Jina ciwan a bi navê Zehra Bayir li navçeya Mîlasê ji hêla Îlîmder û Omer Îlter ve hatibû qetilkirin. Îdianameya têkildarî dozê hate amadekirin û ji bo her du birayan cezayê muebbetê hate xwestin.    Jina ciwan a bi navê Zehra Bayik (18) li navçeya Mîlas a Mûglayê li cihekî şahiyan dixebitî. Dema Bayik ji xwediyên cihê kar Îlîmdar û Omer Îlter pereyê xwe xwestî, di 24’ê tîrmeha 2022’yan de hate qetilkirin. Kujeran cenazeyê Bayik avêtin hawîza baxçeyê cihê kar. Serdozgeriya Komarê ya Bodrumê têkildarî qetilkirina Bayik lêpirsîn dabû destpêkirin û lêpirsîn bi dawî bû. Di îdianameyê de Îlîmder Îlter (24), kekê wî Omer Îlter (45) û Unal Karakulah ku girtî tên darizandin û Hatîce K. (20) , Taner K. (28) û katîb Ahmet G. (42) ku li Edliyeya Mîlase dixebite weke gumanbar cih girtin.    Di îdianameyê de bi sedema “kuştina bi zanebûn, tunekirina delîlan, veşartin an jî guherandina delîlan” ji bo Îlîmder Îlter û kekê wî Omer Îlter cezayê muebbetê hate xwestin; bi sedema “sûcê tunekirina delîlan, veşartin an jî guherandina delîlan" ji Unal Karakulah re 10 sal cezayê hefsê hate xwestin; ji bo bersûcên bi awayekî negirtî tên darizandin Ahmet G. heta 15 salan cezayê hefsê hate xwestin û ji bo Hatîce K. û Taner K. jî heta 5 salan cezayê hefsê hate xwestin.