YNK’ê bersiv da Barzanî: Xakfiroş ew in ên rê dane Tirkiyeyê ku baregehan ava bike 2023-04-18 13:39:46 NAVENDA NÛÇEYAN - YNK’ê bersiv da gotina “xiyanetê” ya Mesrûr Barzanî û wiha got: “Xakfiroş ew in ên zêdetirî sed baregehên leşkerên Tirkiyeyê anîne sînorên parêzgeha Hewlêr û Dihokê.”    Malbenda 3 ya Yekitiya Nîştiman a Kurdistan (YNK) a Hewlêrê bi daxuyaniyekê bersiva Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Federe ya Kurdistanê Mesrûr Barzanî da û ku ji bo YNK’ê pênaseya “xiyanetê” kiribû.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Xakfiroş ew in ên zêdetirî sed baregehên leşkerên Tirkiyeyê anîne sînorên parêzgeha Hewlêr û Dihokê. Xakfiroşî ew e ku rê ji bo şehîdxistina welatiyan xwe dikin û daristan û jîngeha Kurdistanê wêran dikin. Daxuyanî û helwesta serokê kabîneya 9’em, di warê siyasî, aborî, dîplomasî û karê bihevre jî, Herêma Kurdistanê ber bi tunelek tarî ve dibe.   MA HÛN Ê ŞANAZIYÊ BI ÇI BIKIN?   Ya ku niha li Herêma Kurdistanê rû dide, binpêkirina hemû pîvanên dewletbûnê ye, sedema vê jî teror û siyasî ne. Hikûmraniya herêmê hemû dem li ber piyê Bexdayê ketiye, ma divê hûn şanaziyê bi çi bikin? Ma ji bilî tevlihevkirin û nehiştina taybetmendiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê, çi di çanteyê wî de maye ku biavêje? Li ser asta cîhanê jî hemû dosyayên piştevaniyê dûrxistiye, li ser asta navxweyî jî hemû yekitî têkbiriye û hewl dide hemû têkiliyan jî sifir bike.   Vî biraderî di warê aboriyê de jî hemû çavkaniyên dahat, mûçeyê mamosta, pêşmerge û polîsan gihandiya qonaxek tarî.”