Ji ber polîs nehatin ‘tespîtkirin’ dozger dawî li lêpirsînê anî 2023-04-18 14:29:33   MÊRDÎN - Li Nisêbînê polîsan tundî li Nurullah S., kiribûn. Dozgeriya ku lêpirsîna derbarê polîsan de dabû destpêkirin bi biryara neşopandinê lêpirsîn bi dawî kir.    Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di 21’ê Adara 2022’yan de piştî pîrozbahiya Newrozê girse belav bûbû. Polîsan êrişî ciwanan kiribû û li wan dabû. Ji ciwanan Nurrullah S., kêliya ku tundî lê tê kirin dîmenê wî hatine girtin. Nurrullah S. li gel parêzerê xwe li Dozgeriya Nisêbînê giliyê polîsan kir. Dozgeriyê derbarê 6 polîsan de bi tawanbariya “wezîfeya xwe xerab bikaranîne, birîndarkirina sivik” lêpirsîn da destpêkirin. Her çiqas dîmenên kêliya tundiyê hene, rapora lêdana heye û roj û saeta mudaxileyê diyar e jî lê dozgeriyê bi hinceta “polîs nehatine teşhîskirin” derbarê lêprisînê de biryara neşopandinê da.