Partiya Çepên Kesk serdana Egîtîm-Sen a Çewligê kir 2023-04-18 20:27:17   ÇEWLIG – Partiya Çepên Kesk serdana Egîtîm-Sen a Şaxa Çewligê kir. Li Çewligê xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk didomin. Namzeta parlementeriyê ya Çewligê ya Partiya Çepên Kesk Cemîle Tûrhalli, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Çewligê Mîhrîban Ekîncî û endamên meclisa jinan a HDP'ê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de serdana Egîtîm-Sen a Şaxa Çewligê kirin. Di serdanê de Namzeta Parlementeriyê ya Çewligê ya Partiya Çepên Kesk Cemîle Tûrhalli got: "Desthilatê li vî welatê tu cihekî ku dest nevêtibê tune ye. Em dizanin ku li vî welatî ne bijîşk, ne akademîsyen, ne mamoste û ne jî ciwan mane. Niha li Tirkieyeyê kesên ku feydeya wan ji civakê re hebû bi giştî terka welat kirin.” Tûrhalliyê bilêv kir ku di civakeke mêrserwerî de bi gelemperî ew jin rastî tundiyê tên û her dem jin ji mafê xwe civakî bêpar dimînin û wiha domand: “Mixabin di nava civakê de em jin jî carna ji hev du diêşînin û jixwe tişta zilam jî dixwaze li me ferz bike ev e. Dema em xwe bi xwe hev du parçe biokin, em ê neminin. Li dijî me jinan birdoziya herî mezin zayendperestî ye, wekî ku birêz Gultan Kişanak jî digot birdoziya herî mezin zayendperestî ye ku li hember jinan tê meşandin. Li vir dema ku em lê dinihêrin profîla herî mezin ya jinan di nava Partiya Çepên Kesk de ye. Heta gelek caran dihat gotin ku di HDP'ê hejmara jinan kêm e, lê dema ku dadikevin qadan jî jin ji mêran zêdetir tên xuyakirin."