Rojnamevan Serdar Akînan hate binçavkirin 2023-04-19 08:58:33 ÇANAKKALE - Rojnamevan Serdar Akînan ê ku îdiayên Muhammed Yakût ê ku di qenala bi navê “Delîlerîn Delîsî” dest bi weşandina vîdeoyan kir, anî rojevê hate binçavkirin.    Rojnamevan Serdar Akînan, îro serê sibê li navçeya Ayvacik a Çanakkaleyê li mala xwe hate binçavkirin. Akînan di hesaba xwe ya twîtterê de dîmenek parve kir û got: “Ez têm binçavkirim. Niha min dibin Miduriyeta Polîsan a Ayvacikê.”   Akînan, îdiayên Muhammed Yakût ê ku demeke di qenala bi navê “Delîlerîn Delîsî” de dest bi weşandina vîdeoyan kir, anîbû rojevê. Yakût ê di qenala  Youtubeyê ya Akînan de axivî wiha gotibû: “15’ê Tîrmehê şanoyek bû. Ez ê bêjim hûn ê bibînin. (Rêveberên AKP’î) Nizanin ku şano ye? Bi şeref û namûs qetlê van mirovên hatin kuştin stuyê van de ye. 252 mirov mirin li vî welatî. Hûlûsî Akar heke min wisa nekir ku gel li Kayseriyê te bide ber keviran ez bênamûs im. Parlamenterên AKP’î nizanin? Hûn çawa diçin malên xwe? Şano ye, piyes  piyes! Ahmet Davûtoglû, Alî Babacan nizanin ku şano ye? Hemû jî dizanin.”