ROJEVA 19'Ê NÎSANA 2023'YAN 2023-04-19 09:00:07 * Mexdûra erdhejê Fatma Ekman anî ziman ku tu alîkariya wan nehatiyê kirin û çendî 2 meh di ser erdhejê re derbas bûne, hê jî pirsgirêkên wan nehatine çareserkirin û got: "Bila ji bo hilbijartinê neyên ber deriyê me. Merivên me çend rojan di bin kavilan de man, tu alîkarî nehat. Me bixwe cenazeyên xwe derxistin." * Hevserokê DFG'ê Serdar Altan, diyar kir ku nûçevaniya wan wekî unsûreke "sûc" hatiye hesibandin û wiha bang kir: "Li dijî bêhiqûqîtiyên li ser rojnamevanan bêdeng nemînin."    * Namzetê herêma duyemîn a Partiya Çepên Kesk ê Enqereyê Îhsan Seylan diyar kir ku dê têkoşîna xwe ya li 10 Ekîm-Der û ÎHD’ê li meclisê bidomîne û wiha got: “Em li pey rihetiyê nînin. Kolan û meclis qadên têkoşînê ne. Em ê gotin û daxwazên gel bixin rojeva meclisê.”    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 758'emîn de berdewam bike.    * Partiya Çepên Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinên 14'ê Gulanê de dê li gelek bajaran buroyên hilbijartinê veke û serdana xelkê û dikandaran bike. (10.00-21.00)