Li Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan 3 sal û 9 meh ceza birîn 2023-04-19 12:31:54   AMED - Li Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan ji ber “Konê Çareseriyê” yê di sala 2011’an de hatibû vedan bi îdiaya “bi zanebûn û dilxwazî alîkariya rêxistinê kiriye” 3 sal û 9 meh cezayê hefsê hate birîn.    Di sala 2011’an de li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê dema Ayşe Gokkan Şaredara Nisêbînê bû li baxçeyê Navenda Çandê ya Mîtanî “Konê Çareseriya Demokratîk” hatibû vedan. Di danişîna doza ku Ayşe Gokkan bi îdiaya “bi zanebûn û dilxwazî alîkariya rêxistinê kiriye” tê darizandin de 3 sal û 9 meh cezayê hefsê lê hate birîn.    9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê 7 sal û 6 meh ceza li Gokkan birî bû. Lê Dadgeha Bilind ev ceza zêde dît û xera kir. Ji ber vê yekê danişîna doza Gokkan ji nû ve hate lidarxistin. Gokkan ji Girtîgeha Jinan a Sîncanê bi SEGBÎS’ê tev li dadgehê bû. Gokkan a parastina xwe bi kurdî kir diyar kir ku dadgehê ji destpêkê ve bêalî nîne, ji ber vê gelek caran daxwaza reda dadger dike û wiha got: “Ez vê dadgehê, şandeya wê, serokê wê heta katibê wê jî red dikim.”   Gokkan, bi lêv kir ku parastineke ji 20 rûpelan pêk tê şandine dadgehê û diyar kir ku têkildarî parastinê tişteke ku lê zêde bike nîne û ev tişt gotin: “Jin jiyan azadî nikare bê darizandin.    PARÊZERAN QEBÛL NEKIRIN KU PARASTINÊ BIKIN    Parêzerê Gokkan, Mûharrem Şahîn diyar kir ku dadgehê parastina wan asteng kiriye, daxwazên muwekîla wan ên parastina bi kurdî gelek caran hatine redkirin û li gel pirsgirêkên guhdarkirinê jî muwekîla wan her carê bi rêya SEGBÎS’ê girêdayî danişînê hatiye kirin û parêzer ji dadgehê hatine derxistin û anî ziman ku mafê wan ê parastinê ji ber sedemên ku wî rêz kirine hatiye sînordarkirin, ew ê parastina xwe nekin. Şahîn dadgeh şiband şanoyê.    Yek ji parêzera Gokkanê Ozum Vûrgûn jî helwestên neyînî yên dadgehê yên li dijî wan û muwekîla wan rêz kirin jî wiha got: “Di vê dadgehê de hiqûq nikare bê axaftin. Yên li hemberî me bi hiqûqê nêzîk nabin. Em li dijî dadgeha ku me red kiriye parastinê nakin.”   Gokkan li ser pirsa dawî ya jê hate pirsîn wiha got: “Ez dadgehê red dikim, jin, jiyan û azadî nikare bê darizandin.”   CEZAYÊ HEFSÊ LÊ HATE BIRÎN   Dadgehê bi îdiaya “bi zanebûn û dilxwazî alîkariya rêxistinê kiriye” 3 sal û 9 meh cezayê hefsê li Gokkan birî.