YSK’ê têkildarî wezîran biryar da: Hewce nake ku îstîfa bikin 2023-04-19 14:35:04   NAVENDA NÛÇEYAN - YSK’a ku îtîraza partiyên mûxalefetê nirxand, biryar da ku hewce nake wezîrên ji AKP’ê bûne namzet îstîfa bikin.    Partiyên mûxalefetê ji ber wezîrên ji AKP’ê bûne namzet îstîfa nekirine serî li Desteya Hilbijartinên Bilind (YSK) dabû ku namzetbûna wan neyê qebûlkirin. YSK’ê serlêdana partiyan lêkolîn kir û îtîraza wan qebûl nekir. Di biryarê de hate diyarkirin ku ji ber usulê tayînkirina wezîran cuda ye û li Meclisê soz dane nikarin weke peywîrdarên cemaweriyê bên hesibandin.    Cîgirê Serokkomar Fûat Oktay jî di nav de 16 wezîr ji lîsteyên AKP’ê bûne namzetên parlamenteriyê.