Li Giyadînê eleqeyeke zêde nîşanî namzetan dan 2023-04-19 17:23:11   AGIRÎ - Civînên namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Agiriyê yên Zêdikan û Giyadînê veguherîn mitîngê. Namzetê bajêr Sirri Sakik wiha got: “Mezinên we li vir dîrok nivîsand wê zarokên wan mezinan jî di 14’ê Gulanê de dîrokê binivîsin.”   Namzetên Partiya Çepên Kesk ên Agiriyê Sirri Sakik, Nejla Demîr, Heval Bozdag û Zelal Yilmaz li navçeyên Zêdikan û Giyadînê bi gel re civiyan. Civînên navçeyan ku bi hezaran kes tev li bûn veguherîn mitîngê.    ZÊDIKAN   Di civîna Zêdikanê ya danasîna namzetan hate kirin de namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Agiriyê Sirri Sakik axivî. Sakik, anî ziman ku gelê kurd heta niha ji aliyê desthilatan ve tune hatine hesibandin û wiha got: “Ev bajêr bajarekî li dijî neheqiyan li ber xwe daye ye. Ez bi hin rûspiyan re axivîm, ditirsin lê ji mirinê wêdetir rê nîne, paşve gav avêtin nîne. Roj roja yekitiyê ye, em hemû dê li dijî vê zilm û zorê bibin yek. Ez dizanim ev bajar çawa li dijî zor û zehmetiyê li ber xwe dide. Mezinên we li vir dîrok nivîsandin wê zarokên wan mezinan jî di 14’ê Gulanê de dîrokê binivîsin.”   ‘OLÎ ÎSTÎSMAR DIKIN’   Sakik, derketina Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan a bi cilnivêjê ya mitîngê rexne kir û wiha berdewam kir: “Ez ji Serokkomar dipirsim; tu bi cilnivêjê derdikevî lê beriya 70 rojan 11 bajêr ser û bin bûn. Hêj cenaze di bin kavilan de ne lê tu hestên gel ên olî îstîsmar dikî û hewl didî dengan bigirî. Em ji herkesê deng dixwazin. Heke hûn bixwazin li ser vê axê aştî çêbibe dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Deng bidin ku kes nemire, bila li vî welatî aştî hebe.”   Şande piştî axaftina Sakik ji bo ku li navçeya Giyadînê tev li civîna gel bibe ji navçeyê veqetiya.     GIYADÎN   Di ketina navçeyê de şande ji aliyê konvoya ji dehan wesayîtan pêk tê ve hate pêşwazîkirin. Şandeyê piştî bi konvoyê li navçeyê tûrek avêt bi tevlibûna bi hezaran kesan li kolanên navçeyê meşek li dar xist.    Di meşê de her tim dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin. Pişt re bi tevlibûna hezaran kesan danasîna parlamenteran hate kirin. Di danasînê de ewilî Zelal Yilmaz axivî û wiha got: “Em ê vê pergala şer û kedxwariyê ku gelê me mehkumî birçîtî û xizantiyê kir qet qebûl nekin. Em ê vê bi hev re biguherînin û teqez qezenc bikin.”   Nejla Demîr a piştî Yilmazê mafê axaftinê wergirt jî wiha got: “Em dizanin hûn ê dîsa li pişt partiya me û doza me bisekinin. Em soz didin dema em çûn Meclisê em ê şaredariyên xwe yên qeyûman îro xespkirine jinûve têxin xizmetê.”   Heval Bozdag jî qala xizankirina bajarî kir û wiha got: “Em ê bi hev re serbikevin. Baweriya me tam e. Hemû desthilatên hatin keda me xwarin.”   GUL DANÎN CIHÊ ZAROKÊN KU LÊ HATIN QETILKIRIN    Sakik, ê piştî Bozdag axaftineke kurt kir Muhammet Aydemîr (15) û Orhan Aslan (16) ê di sala 2015’an de ji aliyê leşkeran hatin kuştin ve bi bîr anîn. Sakik, bi bîr xist ku Aydemîr û Aslan ên dema li firinê dixebitîn ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin înfazkirin  û wiha got: “Du zarok kuştin û çek danîn li cem wan. Pişt re gotin me ‘Endamên PKK’ê kuştin’ lê derewan dikin. Mamosteyên wan zarokan karneyên wan nîşandan. Kujerên wan her du zarokan nehatin dîtin, nehatin cezakirin. Em soz dikin em ê bikin ku kujer cezayê pêwîst bigirin. Ji bo ku ew bên darizandin em ê her tiştî bikin.”   Di dema axaftina Sakik de dirûşmeya “Şehîd namirin” hate berzkirin.    Şande pişt re ber bi cihê ku Aydemîr û Aslan lê hatin qetilkirin ve meşiyan. Bi bav û birayên Muhammet Aydemîr re gu danîn cihê lê hatin qetilkirin. Girseya ku bi şandeyê re dimeşiya her tim dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” berzkirin.    Şande pişt re ji navçeyê veqetiya.