'Ji ber ku Tirkiye tazmînat nedaye Iraqê îxracata petrolê hatiye sekinandin' 2023-04-19 21:35:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Bloombergê ragihand ku ji ber ku Tirkiyeyê tazmînat nedaye Iraqê, îxracata petrolê hatiye sekinandin.    Dadgeha Navdewletî ya Parîsê biryar dabû ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bêyî Hikûmeta Navendî ya Iraqê nikare neftê bifiroşe Tirkiyeyê. Her wiha biryar dabû ku divê Tirkiye beramberî ji bo nefta ku bi salane ji herêmê çûye Tirkiyeyê, zêdetirî milyarek dolar tazmînat bide Iraqê. Dewleta tirk piştî biryarê, daxwaz ji hikûmeta Iraqê kiribû ku dest ji daxwaza tazmînatê berde.   Ajansa Bloomberg ragihand ku ji ber ku Tirkiyeyê azmînat nedaye Iraqê, îxracata petrolê hatiye sekinandin. Her wiha ji ber vê nakokiya di navbera her du aliyan de jî hinardekirina nefta Herêma Kurdistan a ji bo Bendera Ceyhan nayê destpêkirin.   Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku dibe ku pirsgirêka dayîna tazmînatê ya di navbera Iraq û Tirkiyeyê de çend mehên din jî berdewam bike.