ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2023'YAN 2023-04-20 09:00:07       * Namzetê parlamenteriyê yê Semsûrê yê Partiya Çepên Kesk Alî Kenanoglu bal kişand ser ewlehiya sindoqan û got: "Li Herêmên erdhejê ya herî girîng ewlehiya sindoqan e. Divê hemû partiyên muxalif bi peywîrdarên sindoqan û muşahidan sindoqan biparêzin û rê nedin şaîbeyan."   * Namzetên Parlementeriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Îdirê destnîşan kirin ku ew bi rêxistinkirinê dikarin dawî li rejîma yekzilamî bînin û wiha bang kirin: "Werin em di bin banê Partiya Çepên Kesk de bibin yek.”   * Li Cizîrê berhemên dîrokî bi tirkî û îngilîzî tenê tên nasandin. Hevseroka  Saziya Ziman û Çandê ya Birca Belekê Fatma Gizleyiciyê bertek nîşanî vê yekê da û got: "Em xwedî li dîroka xwe derkevin û nehêlin ku tiştên me weke yên xwe nişan bidin."    * Li Mûşê ciwanên ku ji bo Partiya Çepên Kesk dixebitin, diyar kirin ku ew doza jiyaneke azad dikin û gotin ku ji bo dawî li vê hepsîbûna li welêt bê ew ê biçin ser sindoqan.    * Serokê ÎHD a Şaxa Stenbolê Gulseren Yoleriyê diyar kir ku ji bo ku bi awayekî serbixwe hilbijartinê bişopînin dê serî li YSK'ê bidin û ji bo ewlehiya hilbijartinê jî got: "Di 14'ê Gulanê de çi ji destê me bê em ê bikin."    * Yek ji namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Stenbolê ku piştî Komkujiya Sêwazê jiyana wê bi têkoşîneke bênavber derbas bû wiha got: “Pêdiviya me bi têkçûna rejîma serweriya zilam heye. Têkildarî vê em ê li Meclisê û kolanan bixebitin.”   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 759’an de berdewam bike.    * Partiya Çepên Kesk wê li gelek bajaran buroyên hilbijartinê veke û civînên gel li dar bixe. (11.00-21.00)   * Şaxa ÎHD’a Enqereyê wê rapora têkildarî Girtîgehên Anatoliya Navîn li avahiya komeleya xwe aşkere bike. (12.00)   * Welatî dê beriya Cejna Remezanê li gelek bajaran serdanên goristanan bikin. (14.00-17.00)    * Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê wê ji ber meha 93’emîn a Komkujiya Pirsûsê li ser Cadeya Halîtaga ya Kadikoyê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (18.00)