ÎHD ji bo ewlehiya hilbijartinê dê serî li YSK'ê bide 2023-04-20 09:39:37   STENBOL - Serokê ÎHD a Şaxa Stenbolê Gulseren Yoleriyê diyar kir ku ji bo ku bi awayekî serbixwe hilbijartinê bişopînin dê serî li YSK'ê bidin û ji bo ewlehiya hilbijartinê jî got: "Di 14'ê Gulanê de çi ji destê me bê em ê bikin."    Li gorî daneyên Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK), dê di hilbijartinên 14'ê Gulanê de li nav Tirkiyeyê 191 hezar û 884 sindoq bên danîn û 60 milyon û 904 hezar hilbijêr biçin ser sindoqan.    Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê Gulseren Yolerî, têkildarî ewlehiya sindoqan axivî.    EWLEHIYA SINDOQAN   Yoleriyê diyar kir ku ji sala 2011'an ve di her hilbijartinê de serî li YSK'ê dane ji bo bi awayekî serbixwe hilbijartinê bişopînin, lê hemû serlêdanên wan hatine redkirin û got ku dê îsal jî serî li YSK'ê bidin. Yoleriyê destnîşan kir ku li Tirkiyeyê ewlehiya hilbijartinê bi her awayî tê binpêkirin û got: "Di demên dawî de bi sînordarkirina medyaya civakî re em bi pêvajoyeke bi pirsgirêk re rû bi rû ne. Di serdemên wiha de ku xwegihandina agahiyên rast tê astengkirin, mirov dikevin be rlêpirsînan û tên girtin."    PLATFORMA ŞOPANDINA HILBIJARTINÊ YA SERBIXWE   Yolerî bal kişand ser xebatên ku dê di bin banê ÎHD'ê de bikin û got: "Platforma Şopandina Hilbijartinê ya Serbixwe heye. Di heman demê de em di nava vê platformê de ne jî. Ev platform ji aliyê rêxistinên civaka sivîl ve hatiye avakirin. Em dixwazin kesên ne endamên tu partiyên siyasî di nava vê platformê de cih bigirin. Ji lew re em dixwazin hilbijartinê bi awayekî serbixwe bişopînin. Hevlaên me yên peywirdar dê binpkirinên mafan tespît bikin û dê wan li pergala dîjîtal bar bikin û bişînin navendê û em ê jî van binpêkirinan bikin raporç Her wiha em ê bi rêxistinên din re jî tevbigerin û bi vî awayî em ê wêneyekî giştî yê ewlehiay hilbijartinê deynin holê."   DIVÊ HER KES ÇAVVEKIRÎ BE   Yoleriyê hilbijartinan wekî "vînê" pênase kir û got ku ew dixwazin li Tirkiyeyê hilbijartinê bi awayekî ewle bên kirin. Yoleriyê wiha domand: "Li Tirkiyeyê her diçe rejîmeke otorîter û ji demokrasiyê dûr ava dibe. Her diçe maf û azadî hîn bêtir tên sînordarkirin. Em dibînin ku pirnaiya gel doza azadî, demokrasî û edaletê dike. Û vê hilbijartinê wekî hêviyekê dibîne. Kesên vî welatî bi rê ve dibin, armanca wan rejîmeke çewisîner e û dixwazin vîna gel binpê bikin. Lewma divê em di 14'ê Gulanê de çavvekirî bin. Di 14'ê Gulanê de çi ji destê me bê em ê bikin."