Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtî bi sedyeyê ve tên kelemçekirin 2023-04-20 11:29:45   ENQERE - Girtiyên diyar kirin ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê rastî binpêkirinên mafan tên, anîn ziman ku girtiyên nexweş bi sedyeyê ve tên kelemçekirin û hewl tê wisa bên dermankirin.    Girtî bi gelek binpêkirinên mafan re rû bir û dimînin û bi pêkanînên keyfî pêkanîna tecrîda li ser girtiyan jî ji kûr ve tê hîskirin. Girtî Nevzat Ozer û Huseyîn Ozen ên li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tên ragirtin binpêkirinên mafan ên li girtîgehê pê re rûbirû dimînin bi nameyan vegotin.    ‘GIRTIYÊN NEXWEŞ BI SEDYEYÊ VE TÊN KELEMÇEKIRIN’    Ozer, di nameya xwe de anî ziman ku gelek binpêkirinên mafan re rûbirû dimînin û wiha got: “Du kesên ku di heman hucreyê de dimînin, nikarin ji hevalê xwe yê hevkar re name binivîsin. Dema em sedemê wê jî dipirsin yekane bersiva didin me dibe ‘qedexe’. Zamên di demên dawiyê de ji posteyan re hatin ji aliyê nivîsîna name û faksan de zehmetiyê dide me. Mafê me yê sohbet, xwe gihandina pirtûk-weşan, name, telefon û hevdîtinê tê sînorkirin. Bi pêkanînên weke ringa yek hucre, dernexistina kelemçeyan a li nexweşxaneyê, kelemçekirina bi sedyeyê an jî bi leşkerî ve mafê tedawîkirinê tê astengkirin. Kesên cezayê hefsê yên muebbeta girankirî girtine saetekê derdixînin cihê hewadariyê.”   ‘HUCRE CEZAYÊ DARVEKIRINA BI DEMÊ RE HATIYE VEHÊLAN’   Ozer, di nameya xwe de bi bîr xist ku tespîtên zanyaran ên ku mayîna ji 40 rojan zêdetir a mirovan a di hucreyan de ji bo tenduristiyê zirar e û wiha got: “Lê girtî heta mirinê mehkûmî van hucreyan tên kirin. Ev ne darvekirina bi demê re hatiye vehêlan e? Mijareke din a herî girîng jî astengiyên li pêş dermankirina girtiyên nexweş e. Bi sedan girtiyên nexweşên giran hene ku nikarin tena serê xwe li girtîgehê bijîn. Neberdana wan nayê wateya ku terkî mirinê tên kirin? Tenê di sala 2022’yan de ji bo tedawiya wan hate astengkirin ji 76’an zêdetir girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Hemû kesên ku van mirinan paşguh dikin, bi pêkanînên tecrîda girankirî ji van mirinan ne berpirsyar in?”   Ozer, di nameya xwe de bal kişand ku girtîgeh li ser tecrîdekê avakirî ne tenduristvan, rêveber, leşker û gardiyan perçeyekî vê tecrîda girankirî ne.    ‘NAMEYÊN ME TÊN ASTENGKIRIN’    Ozen jî diyar kir ku îdareya girtîgehê bi pêkanînên keyfiyetçi tevdigere û wiha got: “Piştî qanûna sansurê ya derxistin nîşandan ku tu hiqûqê nas nakin. Bi hevalê xwe yê hucreyê re ji bo hevalê xwe yê li girtîgeheke din dimîne name şand lê ji bo astengkirina vê jî tu hiqûqê nas nakin.”   PIŞTÎ EMELIYATÊ XISTIN HUCREYÊ   Ozen di nameya xwe de ragihand ku girtî Ercan Kartal du caran krîza dil derbas kir û bi awayekî kelemçekirî li Nexweşxaneya Bajêr a Tekîrdagê hate emeliyatkirin û wiha got: “Tevî ku stent xistinê bûnê jî di hucreya tecrîdê de careke din aciz bû û rakirin nexweşxaneyê. Piştî giştînameya Wezareta Dadê têkildarî girtiyên nexweş weşand, endamê TAYAD’ê Mehmet Govel ê nexweşiya wî ya penceşêra prostatê didome, hate girtin. Ev jî nîşan dide ku naveroka wê danezanê çiqas vala ye.”