Di erefeya cejnê de Semsûr: Qêrîn û hawar 2023-04-20 13:43:37   SEMSÛR - Di erefeya cejna remezanê de li Semsûra ku di erdhejê de gelek kesan lê jiyana xwe ji dest dan welatî herikîn goristanan û dengê qêrîn û hawaran olan da.    Di 6'ê sibatê de navenda wan Mereş du erdhejên mezin çêbûn û bandor li 10 bajaran kir. Yek ji bajarê herî zêde erdhejê bandor lê kir jî Semsûr e. Li gorî daneyên fermî zêdetirî 11 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan. Di erefeya Cejna Remezanê de li Semsûra ku hêj mirov birînên xwe derman dikin, welatî herikîn goristanan û dengê qêrîn û hawaran olan da.    Goristana Karapinar û Goristana Şaredariya Semsûrê ku bi hezaran qurbaniyên erdhejê lê hatin veşartin di erefeya cejnê de bû ziyaretgeha bi hezaran maxdûrên erdhejê yên malbat, xizm û nasên xwe windakirine. Li goristanan dengê girî, hawar, qêrîn û klaman olan da.