Bi boneya cejnê serdana gora Denîz Poyraz kirin 2023-04-20 14:34:56   ÎZMÎR - Kesên bi boneya Cejna Remezanê serdana gora Denîz Poyraz a di avahiya Rêxistina HDP’a Îzmîrê de hate qetilkirin, kirin wiha gotin: “Heta ku kesên li pişt kujer disekinin hesabê nedin em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin.”   Bi boneya Cejna Remezanê gora Denîz Poyraz a di 17’ê hezîrana 2021’an de di êrişa çekdarî ya Onûr Gencer a li dijî avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de hate qetilkirin a li Goristana Kaynaklar a Bûcayê hate ziyaret kirin. Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Îzmîrê, Dayikên Aştiyê, endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) bi malbata Poyraz re di serdana gorê de cih girtin. Di serdana goristanê de piştî rêzgirtinê kulîlk danîn ser gora Poyraz.    EM GOTINA XWE DUBARE DIKIN: EM Ê HESABÊ BIPIRSIN   Yek ji parêzerên dosyaya Poyraz û namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Îzmîrê Abdulmecît Yildirim, anî ziman ku weke parêzerên dozê û hevalên Denîz ji bo gotina xwe dubara bikin hatine. Yildirim, anî ziman ku ji bo jiyanek û aştiyeke birûmet têkoşiyan û wiha got: “Denîz Poyraz qetilkirin. Pişt re kesek tenê ceza kirin. Lê em dizanin ku kesên partiya me hedef nîşandan hevkarên vê komkujiyê ne. Heta ku kesên li pişt kujer disekinin hesabê nedin em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin. Em bi hêz in em hêza xwe ji dayik û bavê Denîz Poyraz digirin. Em ê hesaba vê komkujiyê bipirsin.”   Dayika Denîz Poyraz, Fehîme Poyraz jî bi lêv kir ku heta faîlên rast ên komkujiyê dernekevin holê wê têkoşîna xwe bidomînin.    Şandeyê pişt re serdana gora Dîlan Kortak a di 3’yê kanûna 2015’an de di serdegirtina polîsan a li maleke li navçeya Sancaktepe ya Stenbolê de bi guleberdanê hate qetilkirin, kirin.