Xelkê Amedê: Em ê cejna li pêşiya me bê Tayyîp derbas bikin 2023-04-20 15:38:19   AMED - Welatiyên ji Amedê diyar kirin ku ji ber polîtîkayên îktidarê ew nikarin ne şekir û ne jî cil û bergê cejnê bikirin û gotin: “Kes nikare tiştekî bikire. Ji feqîran re cejn û kêfxweşî nîne. Em ê di cejna pêşiya me de bê Tayyîp pêşwazî û derbas bikin.”    Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi milyonan welatî Cejna Remezanê di nava krîza aborî de pêşwazî dikin. Welatiyên Amedê destnîşan kirin ku êdî tu tehma cejnan nemaye ji berk u nikarin tu tiştekî bikirin û hewcedariyên xwe dabîn bikin. Welatiyan bal kişand ser hilbijartinên 14’ê Gulanê û gotin ew hêvî dikin ku ev cejna dawî ya bi AKP’ê re be.    Li bazar û ser dezgehan gelek welatî dest vala vedigerin malên xwe. Rewşa şerpezetiya welatiyan xwe radixe ber çavan. Dikandar jî bi gilî û gazinin ku ji ber bihabûnê ew nikarin tiştekî bifiroşin.    ‘CEJNA ME NÎNE’    Adil Noyan ê li Qada Deriyê Çiyê ji ajansa me re axivî wiha got: “Di nava dilê me de kelecana cejnê heye lê dervayê me tu kelecan nîne. Haya me ne ji cejnê û ne jî ji tiştekî din heye. Em nizanin wê çawa were pîrozkirin. Her kes bi vê pergalê hesiyaye. Êdî tu kes wan naxwaze. Wê ji ber feqîrî û perîşaniyê kes ray nede wan.”   ‘REWŞA ME ŞERPEZE YE’    Abdulvahap Guler ê ku 7 zarokên wî hene û debara xwe bi sewalkariyê dike jî ew nikarin tiştekî bikirin û rewşa wan şerpeze ye. Guler got ew nedikarin şekir, ne dikarin xwarin û cilan û şîranî bistînin.    ‘EZ DIXWAZIM ROJEK BÊ TAYYÎP JI XEWÊ ŞIYAR BIBIM’    Guler bertek nîşanî daxuyanî û gotinên rayedarên îktidarê da û wiha got: “Tê Amedê, derewek dike, henekê xwe biz iman, nijad û nasnameya însanan dike. Dibêje, ‘ev zaza ye, ev wiha ye’. Tu kî yî? Tu çi ji nasnameya mirovan dixwazî? Ya girîng mirovahî ye. Ji bo rayan bigire van tiştan dibêje. Êdî guhertina vê îktidarê şert e. Ez ne mecbûr im her roj heman kesî bibînim? Guhertin çi tiştek xwe şe. Xwezî ez rojek bê Tayyîp ji xewê şiyar bûbûma. Ev çi ye, 20 sal in destê wî di qirika me de ye. Êdî bila biguhere. Bila kesek din were. Gelek îktidar hatin û çûn. Kî hat û kîç çû. Me Silêmanan û Tansû Çîlleran jî dît. Mirovên xweşik kirine girtîgehan û mirovên nezan jî li derve ne.”    JI FEQÎRAN RE CEJN NÎNE    Eşref Çaglar ê li ser dezgehan firoşkariyê dike jî destnîşan kir ku ji bo feqîran cejn nîne û 4 zarokên wî hene û ji ber feqîriyê nikaribûye cilan ji wan re bikire. Çaglar anî ziman ku ew êdî naxwazin li rûyê îktidarê jî binêrin û xwest guhertin pêk were.    MEXDÛRÊN ERDHEJÊ ŞERPEZE NE    Halîme Pehlîvan jî da zanîn ku di erdhejê de mala wê xesar dîtiye û niha jî ew bi pirsgirêka hêwirînê re rûbirû maye û bal kişand ser feqîriyê û got mexdûrên erdhejê hê jî li derve dimînin. Pehlîvan got ew nikarin kîloyek şekir bikirin û cilekî bikirin li xwe bikin û xelk ji feqîriyê perîşan bûye.   ‘EM DIXWAZIN CEJNA QURBANÊ BÊ WÎ DERBAS BIKIN’    Ahmet Yatik ê bi firoşkariya li ser dezgehan debara xwe dike jî anî ziman ku ji ber her tişt biha bûne dikandar zêde bi gilî û gazin in û nikarin kar bikin. Yatik wiha got: “Êdî bes e, zêde jî çêbû, bes e 20 sal in zilamek bi rê ve dibe. Bila yên nû werin. Înşelah cejna beriya me (cejna qurbanê) em ê bê wî (bê Erdogan) pêşwazî û derbas bikin. Em dixwazin kesên ne diz û kesên demokrat werin ser rêveberiyê.”    ‘KES NIKARE TIŞTEKÎ BIKIRE’    Turgay Olgaç ê li Marmarasê karkeriya înşeatê dike jî ji bo cejnê hatiye Amedê û da zanîn ku kes nikare tiştekî bikire û xwest ev pergal were guhertin. Olgaç diyar kir ku pêlavek bûye 500 lîre û ew wek karkerekî rojane 400 lîre yewmiye distîne.    ‘EM BIRÇIYÊ AŞTIYÊ NE’    Cîhat Karhan ê karê şîranîfiroşiyê dike jî anî ziman ku krîza aborî tesîrek neyînî li ser wan dike û kar û zirara wan hev dernaxe. Karhan destnîşan kir ku ew birçiyên cejnên berê û aştiyê ne.    MA / Eylem Akdag