Li Îdirê xebatên hilbijartinê: Karê îktîdarê dizî ye lewma divê em sindoqan baş biparêzin 2023-04-20 16:55:48   ÎDIR - Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Îdirê Yilmaz Hûn destnîşan kir ku hemû kes ji parastina sindoqan berpirsyar e û wiha got: “Karê îktîdarê dizî ye lewma divê ji ewil em biçin ser sindoqan û heta dawiya rojê neterikînin û biparêzin.”    Xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk ên li Îdirê bênavber didomin. Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Îdirê Aysel Aras û Yilmaz Hûn di çarçoveya xebatan de îro li navçeya Qulpê çûn bûroya hilbijartinê û bi gel re rojevên heyî nirxandin.    Namzetê parlamenteriyê Yilmaz Hûn di axaftina xwe de bal kişand ser ewlehiya sindoqan û wiha got: “Di hilbijartinên 14’ê Gulanê de em ê li Îdirê 2 parlementeran û li tevahiya Tirkiyeyê jî herî kêm 100 parlamenteran derxînin. Em ê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bi hev re têk bibin. Her dengek gelek girînge û dengên me dê ji bo demokrasî û azadiyê bin. Weke ku hûn jî dizanin hemû xebatên vê îktîdarê li ser dizî û talanê ne. Lewma ewlehiya sindoqan pir girîng e. Divê em ji ewil biçin ser sindoqan û heta dawiya rojê jî sindoqan neterikînin. Bawer bikin ku serkeftin dê ya me be.”    Piştre jî endam û rêveberên rêxistinên Partiya Çepên Kesk û namzetên parlamenteriyê çûn serdana dikandarên navçeyê. Eleqeyeke zêde ya xelkê navçeyê bo namzetan hebû û bi kefxweşî hatin pêşwazîkirin. Namzetan cejna welatiyan pîroz kirin û têkildarî hilbijartinê axivîn.    Herî dawî jî namzetên parlamenteriyê çûn şînekê û sersaxî ji malbatê re xwestin.