Malbata Şenyaşar: Di 14’ê Gulanê de dê azadî û edalet were 2023-04-20 16:56:45   RIHA - Ferît Şenyaşar di Nobeda Edaletê de axivî û got: “Wê di 14’ê Gulanê de îktidara ku darazê dîl girtiye biçe û edalet, azadî û demokrasî were Tirkiyeyê.”    Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) a di 21’ê 2021’ê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja 759’emîn de berdewam dike.    Malbatê ji ber cejnê ewilî serdana qurbaniyên xwe kirin û paşê hat ber Edliyeya Rihayê û nobeda xwe domand.    Ferît Şenyaşar di Nobeda Edaletê de axivî û wiha got: “5 sal êşa me kêm nebûye. 5 sal in dengê qêrîn û lorînan, rondikên çavan… 3 mirovên me hatin qetilkirin. Ê ku vê qetlîamê kir parlamenterek AKP’ê ye. Daraz terefê vê bûyerê ye. Li cem hêzdaran cih digire. Ji ber vê yekê 5 sal in li Enqereyê, li ber edliyeyê û li her deverê Tirkiyeyê em li edaletê digerin. Hêviya me 14’ê Gulanê ye. Wê di 14’ê Gulanê de îktidara ku darazê dîl girtiye biçe û wê edalet, azadî û demokrasi were Tirkiyeyê.”