Partiya Çepên Kesk dê li Stenbolê bi 68 hezar û 500 kesî sindoqan biparêze 2023-04-21 09:06:30   STENBOL - Hevberdevkê Koordînasyona Karên Hilbijartinê ya Stenbolê ya Partiya Çepên Kesk Ramazan Yavûz, diyar kir ku li 39 navçeyên Stenbolê xebatên wan ên ji bo ewlehiya hilbijartinê didomin û got ku roja hilbijartinê parêzer, berpirsên dibistanan û muşahid jî di nav de dê 68 hezar û 500 kesî peywirdar bikin.    Partiya Çepên Kesk, li Stenbolê xebatên xwe yên ji bo hilbijartinên 14'ê Gulanê didomîne. Li gorî daneyên Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK), dê li Stenbolê li hezar û 915 dibistanan 30 hezar û 804 sindoq bên danîn. Partiya Çepên Kesk jî dê di 14'ê Gulanê de li Stenbolê 62 hezar û 500 muşahid, 4 hezar berprisên dibistanan û 2 hezar parêzeran peywirdar bike.    ‘EM AMADE NE'   Hevberdevkê Koordînasyona Karên Hilbijartinê ya Stenbolê ya Partiya Çepên Kesk Ramazan Yavûz, destnîşan kir ku ewlehiya hilbijartinê ji xeynî partiyên desthilatê hemû partiyên siyasî eleqedar dike û got ku ji ber vê jî li 39 navçeyên bajêr bênavber dixebitin. Yavûz, nelirêtiyên desthilatê yên berê bibîr xistin û wiha got: "Em hemû bi lîstikên AKP'ê yên di hilbijartinên borî de dizanin. Lîstikên wan naqedin. Lê em li hember hemû lîstikên wan amade ne. Em amadekariyên xwe dikin ku em li 39 navçeyên bajêr sindoqan biparêzin."   Yavûz bibîr xist ku ji ber ku Partiya Çepên Kesk ne di meclisê de ye dê di vê hilbijartinê de nikaribe bi awayekî fermî endamên sindoqan peywirdar bike û got ku ji ber vê ew niha ji bo muşahidan dixebitin. Yavûz da zanîn ku muşahid di waêr hiqûqî de xwedî erka îtirazkirinê ne.    Yavûz ev tişt parve kirin: "Em ê li her dibistanê 2 muşahidan, 2 berpirsên dibistanan û parêzerekî peywirdar bikin. Hema bibêje me li her dibistanê parêzer bi cih kirine. Xebatên me yên di vî warî de hema bibêje ji sedî 80 temam bûne. Em ê lîsteya ku me ji bo ewlehiya hilbijartinê diyar kiriye di 8'ê Gulanê de radestî YSK'ê bikin."    Yavûz di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Ewlehiya hilbijartinê armanca me ya hevpar e. Em û partiyên din ji bo vê dixebitin. Di hilbijartinên borî de jî me ev tişt kiribû."    MA / Ergîn Çaglar