Mutalaaya Doza Kobanê: Dadgehê ji bo hilbijartinê tişta jê dihat xwestin kir 2023-04-21 11:52:48   ENQERE - Hevberdevka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê Nûray Ozdogan got ku di mutalaaya Doza Kobanê de ewraqê nû li dosyayê hatine zêdekirin, mafê parastinê hatiye binpêkirin û ev tişt anî ziman: “Dadgehê, ji bo pêvajoya hilbijartinê tişta jê dihat xwestin pêk anî.”   Li dijî êrişên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê, di navbera 6-8’ê Cotmeha 2014’an de li bakurê Kurdistanê gel rabû ser pêyan. Bi hinceta çalakiyên 6-8’ê Cotmehê doz hatibû vekirin û Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya HDP’ê jî di nav de û 17 jê girtî bi giştî 108 kes tên darizandin. Danişîna dozê ya di 14’ê nîsanê bi nîqaşan derbas bû. Siyasetmedaran xwest ku têkildarî ewraqên nû yên li dosyayê hatine zêdekirin parastinê bikin. Lê şandeya dadgehê mafê axaftinê da dozger û xwest ku mutalaayê bixwîne. Li ser vê yekê jî siyasetmedaran, parêzeran û kesên ji bo şopandinê hatin eywan terikandin. Hevberdevka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê Nûray Ozdogan têkildarî danişîna dawî ku ji bo siyasetmedaran cezayê muebbeta giran tê xwestin axivî.    PIŞTÎ MUTALAAYÊ JÎ ‘DELÎL’ TÊN AFIRANDIN   Ozdogan, got ku Doza Kobanê dozeke siyasî ye û ev tişt anî ziman: “Hewl didin îdianameyê piştre tije bikin. Beriya niha îxtîmala tehliyeya Demîrtaş û Yuksekdag hebû. Lê tavilê lêpirsîneke din vekirin û dîsa girtin. Anku, mudaxaleyeke siyasî heye. Di carekê de em ketin pêvajoya îdianameyê. Dadgehê piştre jî dest bi komkirina delîlan kir. Êdî ewqas ewraq lê hatin zêdekirin ku em jî nikarin bişopînin. Hikûmet û dadgehê bi hev re hewl didin li dijî miwekîlan delîlan biafirînin. Dema nedîtin jî serî li şahidên nepen didin. Dadgehê, ji bo peydakirina delîlan serî li her rêbazeke derhiqûqî da. Lê dîsa jî nekarin tişta dixwestin çêbikin. Mafê miwekîlan heye ku li dijî her agahî û belgeyên li dosyayê tên zêdekirin parastina xwe bikin. Dadgeh dibêje; ‘we di dema xwe parastin nekir.’ Lê miwekîlên me ji bo mafê axaftinê di rûniştina ewil de gelek hewl dan. Di girtekan de gotinên derew ên weke ‘ji axaftinê direve’ hatin nivîsandin. Bi van hinceta jî gotin ‘ez parasinê qut dikim û êdî nagirim’ û dosya da mutalaayê. Piştî mutalaa hate dayîn jî îfadeyên gilîkeran guhdar kir. Piştî mutalaayê delîl û ewraqên nû, dosyayên kirin yek û dosyayên dozên nû li dozê hatin zêdekirin. Ev tê wateya binpêkirina mafê parastinê.”    DELÎLÊN MUWEKÎLAN NEHATIN XWENDIN    Bi domdarî Ozdogan diyar kir ku di danişîna dawî de bêyî mafê axaftinê bidin siyasetmedaran mutalaa hatiye xwendin û wiha derbirî: “Li dijî vê yekê jî berteka ‘fermo beyannameya xwe ya hilbijartinê bixwînin’ li hemberî şandeyê derket pêş. Şandeya dadgehê, biryarên neşopandinê ku weke delîlên miwekîlan in nexwend. Divê hem delîlên li dijî miwekîlan û hem jî yên miwekîlan bên xwendin. Her wiha divê fikra parêzer, dozger û beşdaran a têkildarî belgeyê were pirsîn. Bi awayekî vekirî dibêje; ‘ez van weke delîl nabînim ku bixwînim.’ Me jî li dijî vê îtîraz kir. Heke tu delîlên miwekîlan nexwînî, wê demê xuya dibe ku tekane armanca te cezakirine. Wê demê darizandinê bi dawî bike û ceza bide.”    ‘DARIZANDINA PÊVAJOYA HILBIJARTINÊ’   Di berdewamê de Ozdogan anî ziman ku danişîn di pêvajoyên maqûl de nehatine kirin û wiha derbirî: “Di nava du hefteyan de hatin xitimandin. Dixwazin bi zêdekirina hejmara ewraqan re weke sûceke mezin hebe nîşan bidin. Rêbaza daraza AKP’ê ya dawî jî ev e. Biryarên navberê di nîvşevê de dikevin pergalê û em wan girtekan di nîva şevê de dibînin. Ev, darizandin nîne. Gotin hatin birîn û me parêzeran mafê axaftinê xwest lê nedan. Pergal girt û bi lez û bez mafê axaftinê da dozger ku mutalaayê bixwîne. Me e pêvajo texmîn dikir. Ji ber ku hilbijartin nêz bû. Eceleya dadgehê hebû. Ev pêvajoya darizandinê bû pêvajoya hilbijartinê. Me ji dadgehê re got ku ‘hûn ji bo xelatekeke hilbijartinê bidin AKP-MHP’ê vê eceleyê dikin. Hûn dixwazin li beyannameya hilbijartinê zêde bikin.’ Di mutalaayê de ji bo hemû miwekîlan cezayê meubbeta giran tê xwestin. Heta hiqûqnasên xwedî tecrûbe jî tiştek ji mutalaaya dozger fêm nekirin. Ji ber ku mutalaa ji gotinên Erdogan ên li ser kursiyê pêk tê. Tenê aliyê wê yê hiqûqî hatiye amadekirin. Dozger bi kîjan sedemê cezayê muebbetê dixwaze?  Di mutalaayê de tenê qala Yasîn Boru tê kirin ku ew jî hêmayê sereke ya dosyayê nîne. Girêdaneke dosyayan nehatiye kirin. Me hiqûqnasan tiştek ji mutalaayê fêm nekir ji ber ku bi hewldaneke hiqûqî nehatiye nivîsandin. Mirov dikare bibêje metneke siyasî ye.”    'DADGEH HEWL DIDE XWE XELAS BIKE’   Ozdogan, got ku piştî mutalaayê biryar hate dayîn ku rewşa girtî ya siyasetmedaran bidome û axaftina xwe wiha qedand: “Biryara DMME’yê ya derheqê Demîrtaş û Yuksekdag de heye. Piştî van biryarên teqez, diviya tavilê bihatina berdan. Danişîn taloqî 3’yê tîrmehê kirin. Dadgehê, tişta jê dihat xwestin bi serkeftî bi cih anî. Bi awayekî hewl dide xwe xelas bike. Delîlên dosyayê zelal nînin, li dadgehan nehatine amadekirin û şahid bêyî me hatin guhdarîkirin. Nehiştin em pirsan jî jê bikin. Ji xwe kengî me pirs jê kiribin, gotinên wan tevek derew derketin.    Piştî ku di 31’ê kanûnê de biryara mutalaaya hate dayîn, dadgerekî ciwan û bêtecrûbe kirin serokê şandeya dadgehê. Em jî hêj li ser dosyayê tam hakim nînin lê hemû ewraq lêkolîn kir, nêrîneke wî çêbû, tev li biryarên dosyayê bû û biryar erê kirin. Biryarên girtinê îmze kir. Ez ne bawerim ku heta îdianame jî xwendibe. Ji ber ku di demekî wiha kin de mimkin nîne. Heke dosya hatibe qonaxa mutalaayê divê endamên şandeyê jî neguherin. Beriya wê hat gotin ku serokê şandeyê endamê îstîxbaratê ye. Sedem ev bû. Lê di qonaxa mutalaayê de hûn dadgerekî pir ciwan ku hêj saleke xwe temam nekiriye tayîn dikin, biryaran pê didin îmzekirin. Ev yek nîşan dide ku ev pêvajo bi destê dadgeran nameşe. Ev dosya, dosyayeke pir girîng e û dê di demên pêş de bikeve dîrokê. Bi taybet jî ji bo nîşandana pergala darazê ya AKP-MHP’ê weke ders bê xwendin. Şandeya dadgehê jî parçeyeke vê dîrokê ye.”   MA / Yusra Batihan