Malbata Şenyaşar cejn li pêşiya edliyeyê pêşwazî kir 2023-04-21 14:57:09   RIHA - Malbata Şenyaşar çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê di roja cejnê de jî li pêşiya Edliyeya Rihayê domand.    Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kiribûn. Di encama êrişê de hevjînê Emîne Şenyaşarê û du kurên wê hatibûn qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya Malbata Şenyaşar di roja 760’an de berdewam dike. Emîne û Ferît Şenyaşar îro di danê sibehê de ji Pirsûsê hatin ber deriyê Edliyeya Rihayê. Malbatê, pankarta “Ji bo Malbata Şenyaşar edalet” hilayîstin û dest bi Nobeta Edaletê kirin.    Ferît Şenyaşar tevî xizmên xwe li pêşiya edliyeyê daxuyanî da û wiha got: “Îro, roja 760’an a têkoşîna me ya edaletê ye. Di heman demê de roja yekemîn a Cejna Remezanê ya alema misilman e. Li gorî edetên Rihayê; endamên malbatê li mala mezinê malê kom dibin û cejna hev pîroz dikin. Ev 2 sal in pêşiya Edliyeya Rihayê bûye mala me. Îro jî em tevî xizmên xwe hatin pêşiya edliyeyê û her çend bi dilxemgînî be jî, em cejna hev pîroz dikin. Daxwaza me edalet e. Hêviya me ji hilbijartinê heye. Xelkê Rihayê xwedî li têkoşîna dayikê derket. Hêviya me ew e ku piştî hilbijartinê edalet pêk bê û em jî Cejna Qurbanê li mala xwe, bi malbata xwe re pîroz bikin.”