Sirri Sureya Onder: Ev hilbijartina hebûn û tunebûne ye 2023-04-21 21:04:10   SEMSÛR - Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Stenbolê Sirri Sureya Onder ku di vekirina buroya hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk a Semsûrê de axivî, destnîşan kir ku ev hilbijartin xwedî girîngiyeke dîrokî ye û got: "Her hilbijartin pir girîngê lê ev hilbijartin ji bo me hilbijartina hebûn û tunebûne ye."     Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Semsûrê di çarçoveya xebatên hilbijartinên 14'ê Gulanê de li taxa Karapinar a Semsûrê bi tevlibûna namzetên parlamenteriyê yên bajêr Alî Kenanoglû, Îzzet Karadag, Yuksel Yucedag, Bulent Çinar, Meryem Çerîtlî û namzetê parlamenteriyê yê Stenbolê Sirri Sureya Onder li taxa Karapinar a Semsûrê buroya hilbijartinê ya bajêr vekir. Gelek welatiyên semsûrî tev li vekirina buroyê bûn û vekirina buroyê veguherî mîtîngê. Girseyê dirûşmeya 'Em Partiya Çepên Kesk em ê biçin Meclise' berz kir. Her wiha li qada ku buro lê hate vekirin bi sedan kes kom bûn û qad bi alên Partiya Çepên Kesk hate xemilandin. Girseyê di vekirina buroyê de her tim dirûşm berzkirin, bi çepikan dan û lîlandin.    'HEBÛN Û TUNEBÛNE'   Di destpêkê de namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Stenbolê Sirri Sureya Onder axivî û bi lêv kir ku ew li Semsûrê tevli têkoşîna şoreşgerî bûye û wiha got: "Di vê oxirê de gelek kesan berdel dan, gelek kes ketin bin axê, gelek kes di girtîgehan de ne. Lê tevî ewqas berdelan jî ev rewş hê jî berdewam dike. Her hilbijartin pir girîng e lê ev hilbijartin ji bo me hilbijartina hebûn û tunebûne ye. Ev hilbijartin hilbijartina ku em bikarin hevalên xwe yên girtî azad bikin e. Li ser van axan tovê kîn, nefret û nîjadperestî hat çandin û hê jî tê çandin lê em ê vî tovî hişk bikin û xwişk û biratî, wekhevî û azadiyê li ser van axan biçînin. Ev hilbijartin ji bo vê yekê jî pir girîng e. Ji bo ev yek pêk were çi ji destê me were em ê bikin, ew deynê stuye me ye. Ev hilbijatin xwedî girîngiyeke dîrokî ye, ji ber wê divê em serbikevin."   'EM Ê BI 3 PARLAMENTERAN SEMSÛRÊ TEMSÎL BIKIN'   Piştî Onder, namzetê Semsûrê Alî Kenanoglû axivî û di destpêke de cejna welatiyan pîroz kir. Kenanoglû anî ziman ku sedema karesata erdhejê ya Semsûrê desthilata AKP'ê û MHP'ê ye û ev tişt gotin: "Ez li Meclise di komîsyona erdhejê de bûm. Me rapora vê erdhejê 2 sal beriya erdhejê amade kiribû. Her wiha gelek pisporan jî destnîşan kirin. Lê tevî vê yekê jî desthilatê tu tedbîr negirtin. Her wiha dema erdhej qewimî jî navê Semsûrê nehat xwendin, Semsûr hatibû ji bîr kirin. Heke tedbîra erdhejê bihata girtin ew qas kesan jiyana xwe ji dest nedida. Ji ber vê yekê ew erdhej weke komkujiyê ye. Yên ku ew komkujî pêkanîn jî desthilat e. Em ê bi hev re di 14'ê Gulanê de ji vê desthilatê hesab bipirsin. Em ê bi 3 parlamenteran di Meclisê de Semsûrê temsîl bikin."   'AN SERKEFTIN AN SERKEFTIN'   Herî dawî jî namzetê parlamenteriyê yê Semsûrê Îzzet Karadag axivî û diyar kir ku ew dê di Meclisê de hesabê karesata erdhejê ku gelek kesan jiyana xwe ji dest dane bipirsin û got: "Em hê jî di nav şînê de ne. Em ê di 14'ê Gulanê de ji kesên bûn sedema van mirinan hesab bipirsin, we heqê xwe helal  nekir em jî dê hesabê vê helalnekirina we bipirsin. Dilê me jî ruhê me jî yek e. An serkeftin an serkeftin."     Piştî axaftinan buro bi çepik û dirûşmeyan hat vekirin.