Li Geliyê Botanê xemla biharê 2023-04-22 09:00:58   ŞIRNEX - Her sal bi hatina biharê re Geliyê Botanê û Qesra Elo Dîno bi xeml û xêra xwe dibe wargeha bi hezaran geştyaran. Îsal jî bi hatina biharê re kulîlk bişkivîn û Geliyê Botanê xweşiktirîn dîmenan pêşkeşî ziyaretvanan dike.    Tevî her cureyên qirkirin û talanê jî xwezaya Kurdistanê yek jê xweşiktirîn erdnîgariyên cîhanê ne. Her sal bi hatina demsala biharê re dîmenên rengîn derdikevin holê. Yek ji herêmên Kurdistanê ya bi gelî, dol, newal, deşt û çiyayên xwe rengîntirîn herêm jî Botan e. Li Botanê yek ji gundê herî zêde balê dikişîne ser xwe jî gundê Bafê yê navçeya Hezex a Şirnexê ye. Li rexekî Kela Elo Dîno û Qesra Elo Dîno bi xweşikiya xwe mirovan sermest dike û li rexa din jî Çemê Dîcleyê ku ji Geliyê Botanê re derbs dibe, dîmenên nûwaze diafirîne.    Her sal bi hatina demsala biharê re bi sedan kes berê xwe didin herêmê. Hezkiriyên xwezayê yên ku piştî rêyeke dûvdirêj xwe digihînin herêmê, li rastî dîmenên bêhempa tên û bi xweşikiya xwezaya wê sermest dibin. Li vê derê tişta ku herî zêde bala mirovan dikişîne jî Keleha Elo Dîno ye. Keleha Elo Dîno û avahiyên li dora wê ku tê gotin ku di sedsala 16'an de hatiye çêkirin, ji ber terkexemiya rayedaran li ber tunebûnê ne. Lê tevî terkexemiya hilweşîner jî, weke ku di mayîndebûnê de biisrar be, li ber xwe dide û heta roja me jî îhtîşama xwe didomîne.    Ev herêma behsa xeberê ku bi xwezaya xwe balê dikişîne ser xwe, di heman demê de mirovan ber bi rêwîtiyeke dîrokî ve jî dibe. Ji zinarên ku hatine qewartin pêlik hatine çêkirin. Di van zinarên hatine qewartin de qef hatine çêkirin. Keleha Elo Dîno ku derdora wê bi kulîlkên sor, spî û zer xemiliye, ziyaretvanan sermest dike.