Malbata Şenyaşar: Bila dilên me di rêya edaletê de bibin yek 2023-04-22 12:50:00   RIHA - Malbata Şenyaşar di roja 761’an a Nobeta Edaletê de li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev peyam parve kir: “Divê em bikevin rêyeke ku em tevek bi hev re dimeşin. Bila ew rê jî bibe rêya edaletê. Dema dil di heman rêyê de dimeşin dibin yek.”    Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kiribûn. Di encama êrişê de hevjînê Emîne Şenyaşarê û du kurên wê hatibûn qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya Malbata Şenyaşar di roja 761’an de berdewam dike.    Malbatê, têkildarî çalakiyê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî peyam parve kir. Di peyamê de wêneyê bi Fadil Şenyaşar re li girtîgehê hatiye kişandin hat parvekirin û wiha hate gotin: “Dil, dema di heman rêyê de dimeşin dibin yek. Divê em bikevin rêyeke ku em tevek bi hev re dimeşin. Ew rê jî bila rêya edaletê be. Gelo hûn li gel me ne ku em bi hev re derseke edaletê bidin? Têkoşîna me di roja 761’an de berdewam dike.”