ÎHD: Em ê li hemberî bêhiqûqiyan serî netewînin 2023-04-22 16:31:55   STENBOL - ÎHD’ê bertek nîşanî êrişa polîsan a li dijî Dayikên Şemiyê da û wiha got: “Em ê li hemberî bêhiqûqtiyên we serî netewînin. Dê li windakiriyên xwe bigerin, aqûbeta wan bipirsin û heta kujerên wan tên darizandin jî dê têkoşîna xwe bidomînin.”    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) têkildarî êrişa polîsan a li dijî çalakiya Dayikên Şemiyê ya li Qada Galatasarayê û binçavkirina Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn û 16 kesên din daxuyanî da. Daxuyanî li Şaxa ÎHD’ê hate dayîn. Xizmên windakiriyan û gelek parastvanên mafên mirovan tev li daxuyaniyê bûn.    Endama Komîsyona li Dijî Windakirina di Bin Çavan de ya Şaxa ÎHD’a Stenbolê Zeynep Yildiz di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Goreke ku em bikarin biçin ziyaret bikin tune ye. Wan qurnefîlên ku em nikarin deynin ser gorên xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin, em dixwazin deynin Qada Galatasarayê û bi wê boneyê li vir in. Di vê cejnê de banga me li rayedaran ew e ku aqûbeta kesên windakirî eşkere bikin û kujerên wan bidarizînin.”   'DAWÎ LI DORPÊÇÊ BÎNIN’   Bi domdarî Yildiz biryara AYM’ê bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Mafê civîn û xwepêşandanan hat binpêkirin. Divê dawî li dorpêça ser Qada Galatasarayê bînin. Bi van binçavkirinan re gotin; ‘em guh nadin destûra bingehîn.’ Em jî dibêjin ku dê serî li ber bêhiqûqtiyên we netewînin, dê li windakiriyên xwe bigerin, aqûbeta wan bipirsin û heta ku kujerên wan tên darizandin û em hesabê jê dipirsin jî dê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê dev ji maf û azadiyên xwe bernedin. Em ê dev ji Qada Galatasarayê jî bernedin.”    'GALATASARAY QADA ME YA TÊKOŞÎNÊ YE’   Ji xizmên windakiriyan birayê Ridvan Karakoç, Hasan Karakoç jî got ku ji bo rûmeta mirovahiyê têdikoşin û axaftina xwe wiha qedand: “Em bi sala li Qada Galatasarayê rûniştin. Lê piştî daxuyaniya Suleyman Soylu, dest bi êrişê kirin. Qada Galatasarayê qada têkoşîna me ya 30 salan e. Em li wê qadê bi xizmên xwe yên windakirî re tên ba hev. Ev sê hefteye em diçin qadê û tên binçavkirin. Em bi israr dibêjin ku dê xwedî li wê qadê derkevin û niyeteke me ya wisa nîne ku wê qadê biterikînin.”