Li Dêrsim û Tetwanê buroyên hilbijartinê yên jinan hatin vekirin 2023-04-22 18:08:27   NAVENDA NÛÇEYAN - Partiya Çepên Kesk, bi tevlibûna sedan jinan li Tetwan û Dêrsimê buroyên hilbijartinê yên jinan vekirin. Jinan di vekirinê de peyam dan ku wê bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” jiyaneke azad û nû ava bikin.   Partiya Çepên Kesk bi tevlibûna sedan kesan li navçeya Tetwan a Bedlîsê buroya hilbijartinê ya jinan vekir. Endama Meclisa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Zekiye Îlbasan, namzetên parlamenteriyê yên bajar, Dayikên Aştiyê û bi sedan jin beşdar bûn. Jinên ku tev li vekirina buroyê bûn her tim dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” berzkirin. Di vekirinê de yek ji namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk Semra Çaglar Gokalp û endama Meclisa DBP’ê Zekiye Îlbasan axavîn.    ‘BAWERIYA ME BI HÊZA DAYIKAN HEYE’   Namzeta Partiya Çepên Kesk Gokalp wiha axivî: “Ev hilbijartin wê bibe hilbijartina ku bîranîna jinên me windakirine bidin jiyîn. Em bi hêza xwe, bi jinan û dayikên xwe bawer in.” Gokalp, bi bîr xist ku di serdema AKP’ê û MHP’ê de bi hezaran jin hatin qetilkirin û wiha berdewam kir: “Em dibêjin Partiya Çepên Kesk partiya jinan e. Partiya ku ji sedî 45 temsiliyeta wê heye. Partiya ji her beşê jin xwe tê de dibînine. Em ê hêza jinan bigirin pişt xwe û desthilatê têk bibin.”   Îlbasan jî got ku “Di hilbijartinên 14’ê Gulanê de an faşîst û zalim dê qezenc bikin an jî kesên bi rûmet û azad qezenc bikin” û wiha got: “Gelê kurd 40 sal in têkoşîneke mezin dide. 40 sal in ji têkoşîna xwe gavek jî paş ve neavêt. Ji vir û şunde jî li dijî vê desthilata faşîst wê gavekê paş ve neavêje. Ji bo ku em şer veguherînin jiyaneke azad divê em vê desthilata faşîst bişînin. Ji ber vê divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe. Heta ku ev şer xelas nebe wê ne aştî were ne aramî ne jî dê krîza aborî, komkujiya jinan û îstîsmara zarokan biqede. Em ê vê desthilata faşîst di 14’ê Gulanê de bişînin.”   Piştî axaftinên hatin kirin Dayikên Aştiyê buro vekirin.     DÊRSIM      Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Dêrsimê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Taxa Cumhuriyetê Buroya Hilbijartinê ya Jinan a Gazîk a Aysel Doganê vekirin. Namzeta parlamenteriyê ya Dêrsimê Ayten Kordû, Başak Demîrtaş, pêkhateyên Tifaqa Ked û Demokrasiyê û bi sedan kes beşdar bûn.    ‘EM Ê JIYANA AZAD BI HEV RE AVA BIKIN’    Başak Demîrtaş a di vekirinê de axivî, got ku “Dema hevrûbûna bi komkujiyan re hatiye û derbas dibe” û wiha lê zêde kir: “Divê em Partiya Çepên Kesk bi awayekî xurt bişînin Meclisê. Em bi dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî derketin rê û em ê jiyana azad bi hev re ava bikin. Ji ber wê yekê gelek girîng e ku em hevala xwe ya Ayten bişînin Meclisê. Min îro ji Girtîgeha Edîrneyê silavên germ ên Selahattîn Demîrtaş û Selçûk Mizrakli ji we re anîn. Em ê bi hev re serbikevin, mifteya hemû pirsgirêkên nehatine çareserkirin di destê we de ye. Ez bawer dikim ku di 14’ê Gulanê de wê gelê Dêrsimê wê mifteyê baş bikarbîne.”   ‘EM DIXWAZIN BI AWAYEKÎ AZAD BAWERIYA XWE BIJÎN’   Namzeta parlamenteriyê Ayten Kordû ya qala dîroka berwedanê ya Dêrsimê kir, wiha got: “Em îro li vir in em ê sibê jî li vir bin û em ê ji niha şunde berxwedana xwe bidomînin. Em dixwazin li Dêrsimê baweriya xwe û nasnameya xwe bi awayekî azad bijîn.”    Piştî axaftinan Demîrtaş û Kordû kevokên spî yên sembola aştiyê ne firandin û buroya hilbijartinê vekirin.     AYDIN     Partiya Çepên Kesk li Taxa Mûammet Aksoy a navçeya Nazîlliyê jî buroya hilbijartinê vekir. Buroya ku bi tevlibûna namzetên Aydinê Ebrû Gunay û Rojîn Tanhan Dogan hate vekirin gel eleqeyeke zêde nîşan da. Gel ê di ketina taxê de namzetên parlamenteriyê bi dahol û zirneyê pêşwazî kirin, heta buroya hilbijartinê meşiyan. Di meşê de her tim dirûşmeyên têkildarî qezenckirina hilbijartinê hatin berzkirin. Namzetên hatin ber buroya hilbijartinê û gel govend gerandin.     Rojîn Tanhan Dogan a li vir axivî, cejna girtiyên siyasî pîroz kir û anî ziman ku bi serkeftina 14’ê Gulanê wê wan jî azad bikin. Namzet Ebrû Gunay jî gelê ku neçar ma ji gelek bajarên Kurdistanê koçî navçeya Nazîllî bikin silav kir û anî ziman ku li dijî coş û kelecanê serbilind in.     Jinan pişt re bi hev re bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” buroya hilbijartinê vekirin.