Li Bazarcixê du kesê din jî jiyana xwe ji dest dan 2023-04-22 19:54:43   MEREŞ - Li navçeya Bazarcixê piştî bahoza rabûyî yek jê zarok du kesên din ên giran birîndar bibûn jiyana xwe ji dest dan.    Li Bazarcixa Mereşê ku di 6'ê Sibatê de erdhej lê çêbûbû, di 20’ê Nîsanê de bahoz lê rabibû û kon ser û bin kiribûn. Hejmara kesên ji ber rabûna bahozê jiyana xwe ji dest dan derket 3’yan.    Nesîmî Çagman (20) di dema rabûna bahozê de jiyana xwe ji dest dabû û nêzî 150 welatî birîndar bibûn. Selver Mengutay (79) a bi bandora bahozê konteynira di tê de bû bi mîtroyan firiya dûr û giran birîndar bibû jî jiyana xwe ji dest da.    Hate hînbûn ku li konên di Taxa Memîş Ozdal de bi bandora bahozê ava kêlî bi ser zarokekî de rijiya ye û jiyana xwe ji dest daye.