Li Alanyayê êrişî otobûsa Êlihê kirin: 3 kes birîndar bûn 2023-04-23 08:45:58   ANTALYA - Li Alanyayê komekê êrişî otobûsa rêwiyan a aydê firmaya Êlihê kirin. Di êrişê de 3 kes birîndar bûn.    Li navçeya Alanya ya Antalyayê dema otobûseke aydê firmaya Ozlem Batmanê di rê de diçû, ji aliyê komekê ve hate sekinandin û rastî êrişê hat. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin nîqaşa li tesîseke ser rê bi xwediyên kargehê hate kirin, bi pêşî girtina otobûsê berdewam kir. Di êrişê de ajokarê otobûsê mûavîn û rêwiyek hatin derbkirin û birîndarkirin. Birîndar rakirin nexweşxaneyê, hate diyarkirin ku êrişkar bi wesayîta ku hatin cihê bûyerê reviyane.    OTOBÛSA BI RÊ KET   Di dîmenên ku rêwiyan bi telefonê kişandin de tê dîtin ku ajokarê otobûsê û mûavînê wê birîndar in. Hate ragihandin ku piştî mudaxileya ewil a li nexweşxaneyê hate kirin otobûs ber bi Êlihê ve bi rê ket.    RÊWÎ VEGOT   Yek ji rêwiyên em bi telefonê pê re axivîn, Mûrat D. anî ziman ku otobûs du caran rastî êrişê hatiye, di êrişan de ajokarê otobûsê, mûavînê wê û rêwiyekî ku kete navberê birîndar bûne. Mûrat D. diyar kir ku êriş organîzekirî bû û polîsên hatin cihê bûyerê mudaxileyî êrişkaran nekiriye. Mûrat D. anî ziman ku di dema êrişê de heqaret li wan hatiye kirin û piştî tedawiya birîndaran ber bi Êlihê ve bi rê ketine.