ROJEVA 23’YÊ NÎSANA 2023’YAN 2023-04-23 09:00:08   * Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez ê bi salan di qada ziman, mafê mirovan û perwerdehiyê de têkoşiya wiha got: "Em ê 14’ê Gulanê bikin roja hesabpirsînê. Em ê 15’ê Gulanê hem Cejna Zimanê Kurdî û hem jî serkeftina 14'ê gulanê bi hev re pîroz bikin."   * Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Edeneyê Ferhat Kabaîş, diyar kir ku wê li dijî pirsgirêkên bajêr ên weke aborî  û bengîtiya tiryakê ya ciwanan têbikoşin û wiha got: “Em ê nehêlin ku Edeneyê bikin navenda çopê Ewropayê.”   * Namzetê Partiya Çepên Kesk ê Colemêrgê Onûr Duşunmez xwest ku her kes biçe ser sindoqan û wiha got: “Em ê li bajêr rekora dengan bişikînin.”   * Rihayiyên bi vê hilbijartinê re êdî guhertinê dixwazin wiha gotin: “Elbet em ê ji bo edaletê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.”   * Li Botanê jin ji bo mitînga jinan seferber bûne û bênavber xebatan didin meşandin. Aktivîsta TJA'yê Guler Tûnç, diyar kir ku ji bo bidawîkirina dewleta mêrperest divê ku jin di qada mitîngê de cihê xwe bigirin.    * Êrişên li dijî Zap, Metîna û Avaşînê yên bi ser başûrê Kurdistanê ve salek li pey xwe hiştin. Tevî bikaranîna çekên kîmyewî encama dihat xwestin jî nehat bidestxistin.    * Endama Meclisa Tenduristiyê ya HDK’ê Leyla Kalin a qala bandora tecrîda li Îmraliyê ya li ser tenduristiya civakê kir, rexne kir ku partiyên siyasî û tifaq tecrîdê naxin nava bernameyên xwe yên hilbijartinê û wiha got: “Divê tecrîdê bixin nava bernameyên xwe. AKP ji ber vê yekê winda dike.”   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 762’yan de berdewam bike.   * Partiya Çepên Kesk wê li gelek bajaran buroyên hilbijartinê veke û civînên gel li dar bixe. (13.00-21.00)   * Partiya Çepên Kesk wê bi tevlibûna Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldanê li Parka Yogûrtçû ya Kadikoyê aktîvîteya Şahiya Biharê li dar bixe. (15.00-20.00)