Divê ji bo tenduristiya civakê û aştiyê tecrîd bê rakirin 2023-04-23 10:03:00   STENBOL - Endama Meclisa Tenduristiyê ya HDK’ê Leyla Kalin a qala bandora tecrîda li Îmraliyê ya li ser tenduristiya civakê kir, rexne kir ku partiyên siyasî û tifaq tecrîdê naxin nava bernameyên xwe yên hilbijartinê û wiha got: “Divê tecrîdê bixin nava bernameyên xwe. AKP ji ber vê yekê winda dike.”   Pêvajoya ku 9’ê Cotmeha 1998’an bi derxistina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê dest pê kir, di 15’ê Sibata 1999'an de bi vegera li Tirkiyeyê dewam kir. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê 24 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin di 25’ê adara 2021’an de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re li ser telefonê axivî bû. Lê belê Mehmet Ocalan diyar kiribû ku hevdîtina wan di nîviyê de hatiye qutkirin. Ji wê rojê ve tevî hemû hewldanên malbat û parêzeran tu agahî nayên girtin. Di vê pêvajoyê de bi kûrbûna tecrîdê polîtîkayên şer bandor li hemû beşên civakê kir û weke, aborî, civakî û çandî veguherî kaosê.    Endama Meclisa Tenduristiyê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Leyla Kalin, têkildarî bandora tecrîdê ya li ser tenduristiya civakê nirxandin kirin.    TENDURISTIYA CIVAKÊ ÇI YE?   Kalin, diyar kir ku divê tenduristiya civakê weke giştî bê nirxandin û destnîşan kir ku divê tenê bi asta tenduristiyê neyê nirxandin. Kalin, axaftina xwe wiha domand: “Divê kes bi awayekî polîtîk xwe rehet û ewle hîs bike û bikare xwe bi rengekî rehet û azad îfade bike. Ev jî bi awayekî zelal karneya tenduristiyê ya civakî ya Tirkiyeyê radixe ber çavan.”   Kalin, diyar kir ku bi erdhejên di 6’ê sibatê de li Mereşê çêbûn re tenduristiya civakê nema ye û diyar kir ku ev rewş jî veguherî hêrsê. Kalin, a bal kişand ser hilbijartinên 14’ê Gulanê wiha got: “Gel wê ji bo azadiya raman û xwe ewle hîs bike wê hêrsa xwe li ser sindoqan nîşan bide.”   TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ    Kalin, qala bandora tecrîda li Îmraliyê ya li ser tenduristiya civakê kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tecrîda tê sepandin ne rewşeke ku mirov bikare ya li ser şexsekî bigire dest. Ev şêweyeke birêvebirinê ye. Me dît ku ev rewş bi pêvajoya pandemiyê kûrtir bû. Em dizanin ku tecrîda li ser girtîgehan tê pêkanîn ji tecrîda li ser civakê serbixwe nîne. Li bajaran mirov jî bi heman awayî tên tecrîdkirin. Di daxuyaniyên herî biçûk ên çapemeniyê de mirov tên dorpêçkirin, tundî li wan tê kirin û azadiya wan ji destê wan tê girtin, ev yek jî encama tecrîda li girtîgehan tê bi meşandine. Ji ber vê yekê rakirina tecrîdê ya ji holê wê bike ku mirov bi awayekî rehet bêhnê bigirin û azad bibin.”    JI BO AŞTIYA CIVAKÎ…   Kalin, anî ziman ku gelê kurd Abdullah Ocalan weke serok dibîne û destnîşan kir ku heke behsa rastkirina tenduristiya civakî û aştiya civakî bê kirin divê ewilî tecrîd bê rakirin. Kalin, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Gelê kurd Abdullah Ocalan weke serok penase dike. Ji ber vê yekê rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan wê tevkariyên girîng li aştiya civakî bike.”   TECRÎD Û HILBIJARTINÊN 14’Ê GULANÊ    Kalin, diyar kir ku kêmasiyeke mezin e ku partî û tifaqên siyasî yên ji bo 14’ê Gulanê hatine amadekirin tecrîdê naxin nava bernameyên xwe yên hilbijartin û partiyê û diyar kir ku Tifaqa Cûmhûr tecrîda mutleq kûrtir kiriye û Tifaqa Millet jî hêj kodên neteweyî di nava xwe de vedihewîne. Kalin, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji ber vê yekê, rastiya ku qala tecrîdê nayê kirin, gotineke ku li ser rakirina tecrîdê nayê kirin, divê bi kêmasiyên wan ên zihnî re bê nirxandin. Muxatabê vê yekê dîsa gelê kurd e. Divê gelê kurd li dijî tecrîdê karibe xwebûneke xwe nîşan bide. Divê ewilî kodên heyî bên rakirin. Bernameyên partiyan nikarin gelê kurd ji nedîtî ve bên. Neçarin tecrîdê têxin bernameyên xwe. Heke bandora vê wê li salan belav bibe. Windakirina AKP’ê û MHP’ê ji vê yekê ye.”