Li Hezexê êrişa çekdarî: Kesek hat kuştin û 2 kes birîndar bûn 2023-04-24 12:48:11   ŞIRNEX - Li gundê Bana Zergûza Hezexê êrişa çekdarî pêk hat û kesek hat kuştin û 2 kes birîndar bûn. Hat diyarkirin ku êriş li gundê wan nokerên ku endamek HPG’ê radestî leşkeran kiribûn pêk hatiye.    Duh bi şev li nêzî gundê Bana Zergûza ya bi ser navçeya Hezexê ya Şirnexê ve êrişa çekdarî pêk hat. Di êrişê de kesek hat kuştin û 2 kes jî birîndar bûn. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, duh bi şev dema wesayîtek li ser rêya Cizîr-Hezexê diçû bi êrişa çekdarî re ve rûbirû ma. Di êrişê de Mehmet A., Abdullah E. (23) û Eşref E. (49) bi giranî birîndar bûn.    KESEK HAT KUŞTIN   Her sê kes bi helîkopterê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Mehmet A. li nexweşxaneyê mir.    OPERASYON HAT DESTPÊKRIRIN   Hat zanîn ku tedawiya Abdullah E. û Eşref E. li nexweşxaneyê didome.    Hat ragihandin ku li herêma êriş lê pêk hatiye, ji hewayî û bejahiyê ve operasyona leşkerî hatiye destpêkirin û ketin û derketina gund hatiye girtin.    ENDAMÊ HPG’Ê RADESTÎ LEŞKERAN KIRIN    Hat diyarkirin ku li gundê ku êriş lê qewimî ye ew gundê ku di 27’ê adarê de endamê HPG’ê Selîm Adiyaman (Harûn Elbak) ji aliyê çend nokeran ve bi muamelya xerab re rûbirû mabû û wî radestî leşkeran kiribû.