ROJEVA 25’Ê NÎSANA 2023’YAN 2023-04-25 09:00:01     * Li Meletiyê ku mexdûrên erdhejê ji bêgavî di konan de ne, bi armanca "zîndekirina bazirganiyê" bi hezaran konteyner ji esnafan re hatin şandin.    * Namzeta parlamenteriyê ya Meletiyê ya Partiya Çepên Kesk Tulay Şakar, ji bo civîna bi gel re bang kir û got: "Em bi hev re di bin kavilan de man û kesî dengê me nebihîst. Werin tevlî civîna me bibin û qêrîn û bertekên xwe li dijî vê xemsariyê nîşan bidin."   * Ciwanên Îskenderûn û Payasê ku dê cara ewil biçin ser sindoqan, gotin ku ew ê ji bo azadî û demokrasiyê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.    * Li Sêrtê homgivfiroş ku ji ber eflasyona zêde nikarin hingivê xwe bifiroşin, gotin ku ger wisa bidome dê dest ji hingivfiroşiyê berdin.    * Parêzer Îshak Demîr diyar kir ku berdana girtiyên siyasî yên di Girtîgeha Bolû ya Tîpa F'yê de bi awayekî kêfî tên astengkirin û got ku girtî wekî rehîne tên girtin.   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 764’an de berdewam bike.    * Xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk dê li gelek bajaran bidomin. (09.00-21.00)   * Partiya Çepên Kesk, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz û Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetûllha Aşitî dê li Xaçerêya PTT’ê ya Çewlikê; li navçeya Depê jî li Qada Cumhuriyetê mitîngên hilbijartinê li dar bixin. (11.00-15.00) ZINDÎ   * Egîtîm Sen dê “Belgeya Helwestê ya Hilbijartinê” li navenda giştî ya sendîkayê eşkere bike.  (11.00)    * Bi tevlibûna Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar û namzetên parlamenteriyê dê li Yalovayê bi gel re hevdîtin bên kirin. (17.00) ZINDÎ