Serokê Baroya Amedê Eren: Wisa xuyaye ku operasyon ji bo çavtirsandina hilbijêrên kurd hatiye kirin 2023-04-25 10:43:41   AMED - Serokê Baroya Amedê Nahît Eren têkildarî operasyona binçavkirinê ya li dijî rojnameger, parêzer, siyasetmedar, şanoger û nûnerên rêxistinên civaka sivîl axivî û wiha got: “Em nikarin bibêjin vê operasyonê têkiliya xwe bi rojeva welêt nîne û bi serê xwe hatiye kirin. Wisa xuyaye ku ev operasyon ji bo çavtirsandina hilbijêrên kurd hatiye kirin.”    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de û li ser biryara girtin û binçavkirinê ya 3’yemîn Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Amedê, di saetên serê sibehê de li 21 bajaran bi ser malên gelek rojnameger, parêzer, hunermend, siyasetmedar û nûnerên rêxistinên civaka sivîl de hate girtin. Derheqê zêdetirî 200 kesan de biryara girtinê hatiye dayîn û heta niha zêdetirî 100 kes hatine binçavkirin. Serokê Baroya Amedê Nahît Eren têkilldarî operasyonê axivî û got ku ev operasyon ji rojeva welêt cuda nîne.    ‘XUYAYE KU JI BO ÇAVTIRSANDINA HILBIJÊRAN E’    Eren, got ku operasyon di pêvajoya hilbijartinê de hatiye kirin û ev tişt anî ziman: “Mixabin fikarên me hebûn ku dê di pêvajoya hilbijartinê de tiştên wiha bên kirin. Di carekê de rojnameger, parêzer, aktîvîstên civaka sivîl jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Pir eşkere ye ku ev operasyon têkiliya xwe bi pêvajoya hilbijartinê re heye. Bi vî awayî hewl didin beriya hilbijartinê çavê hilbijêran bitirsînin. Xuyaye ku ev operasyon ji bo çavtirsandina hilbijêrên HDP’ê, hilbijêrên kurd hatiye kirin.”    ‘OPERASYONEKE HIQÛQÎ NÎNE’   Bi domdarî Eren bi bîr xist ku cara ewil dema rêxistina Fethûllah Gulen bibandor de li dijî kurdan operasyonên komî yên binçavkirinê hatibûn kirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Gelê kurd êdî ji hemû operasyonên di pêvajoyên krîtîk ên Tirkiyeyê de tên kirin, ji operasyonên KCK’e yên di sala 2009’an de û ji hemû operasyonên piştre hatine kirin de serwexte. Mixabin di hemû qonaxên girîng de kurd, rêxistinê pîşeyî û parastvanên mafan tên binçavkirin. Hem biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hatiye dayîn û hem jî ji bo dosyayê biryara nepeniyê hatiye dayîn. Di heman demê de bi vê biryarê hewl didin rewşeke nehênî ava bikin. Her wiha mafê xwegihandina naveroka dosyayê jî asteng dikin. Weke min got, operasyonên bi vî rengî di demên berê de jî hatin kirin û di hemû qonaxên krîtîk de hatine kirin. Em dizanin ku ev operasyon hiqûqî nînin. Em nikarin bibêjin ev operasyon têkiliya xwe bi rojeva welêt re nîne û bi serê xwe hatine kirin.”