Bi ser komeleyên çandê de hate girtin: Hunermend hatin binçavkirin 2023-04-25 12:06:39 NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Amedê de bi ser Şanoya Bajar a Amedê, Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê, Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê û BKM’ê de hate girtin. Di serdegirtinan de gelek hunermend hatin binçavkirin.    Di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Amedê de li 21 bajaran bi ser gelek malan de hate girtin. Heta niha herî kêm 110 kes hatine binçavkirin. Di çarçoveya lêpirsînan de polîsan bi ser Şanoya Bajar a Amedê, Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê, Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê ya li Mêrdînê û Navenda Çandê ya Baharê ya li Êlihê de girtin. Di serdegirtinan de deriyên komeleyan hatin şikandin û gelek xebatkarên komeleyan û hunermend hatin binçavkirin.    Navên hinek kesên hatine binçavkirin wiha ne: Devrîm Demîr, Yavuz Akkuzu, Elvan Koçer Yildirim, Ozcan Ateş, Sena Ozbey, Şahperî Alphan Bayhan, Sadettîn Înal, Kîbar Suvarî, Velat Ersîn, Kevve Çelîk û Mesût Baskin.