Li Çewligê bi hezaran kes kom bûn: Îmrali azad bibe dê gel jî azad bibin 2023-04-25 12:25:13 ÇEWLIG - Mitînga Partiya Çepên Kesk a li Çewligê tevî barana zêde jî pêk hat. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz di mitîngê de axivî û got: "Tişta ku divê bê zanîn ji ber ku ditirsin êriş dikin û binçav dikin. Em ê bi ser bikevin. Heke Îmrali azad bibe wê gel azad bibin."    Partiya Çepên Kesk li Çewligê di çarçoveya hilbijartinên 14'ê Gulanê de mitîng li dar xist. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Serokê Giştî ya Partiya Azadî Ayetullah Aşîtî, namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Çewligê Omer Faruk Hulaku, Cemîle Turhalli Balsak, Faruk Aris tev li mitîngê bûn. Mitîng bi dirûşma "Em ê bi îrade û bi hêza gelan jiyanê biguherînin" li Cadeya Gencê pêk hat.    Bi hezaran kes beşdarî mitîngê bûn. Di mitîngê de girse govend gerand û bi berzkirina dirûşmeyan daxwazên xwe anîn ziman. Ji ber ku qada mitîngê biçûk bû girse li derveyî qadê ma. Tevî barana zêde jî hatina girseyî berdewam kir. Jin wekî her tim bi cilên xwe yên netewî tev li mîtîngê bûn û dirûşma "Jin jiyan azadî" berz kirin.    Beriya axaftinan peyama Parlamenterê HDP'ê yê Çewlîgê yê berê Îdrîs Balûken hat xwendin. Her wiha xwişka Mazlûm Dogan, Serap Dogan jî derket ser dikê û gel silav kir.    Parlamenterê HDP'ê yê Erdal Aydemîr di mitîngê de axivî û diyar kir ku dê di hilbijartinê de bi ser kevin.    Piştre jî namzetê Partiya Çepên Kesk Omer Faruk Hulaku axivî û bal kişand ser çareseriya pirsgirêka kurd. Namzet Cemîle Turhalli Balsak jî bi dirûşma "Jin jiyan azadi" dest bi axaftina xwe kir û got: "Em ê ji bo zimanê dayikê bibe fermî têbikoşîn. Gelê Çewlîgê de di roja hilbijartinê de dîrokê carek din binîvsîne. Em ê pergala dewletê têk bibin." Namzet Faruk Arîs jî bal kişand ser girîngiya Partiya Çepên Kesk.    Ayetullah Aşîtî jî bal kişand ser girîngiya hilbijartinên 14'ê Gulanê.    'MUXATABÊ ÇARESERIYÊ BIRÊZ OCALAN E'    Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz jî di axaftina xwe de bal kişand operasyona serê sibê pêk hat û wiha axivî: "Îktidar ji me ditirse. Îro li 21 navendan operasyon pêk hat. Ev operasyon tê wateya darbeya li hemberî hilbijartinê ye. Daraz jî bûye amûrê siyasetê. Em operasyona ku pêk hatî şermezar dikin û em dibêjin hûn bi ser nakevin. Em ê li ber xwe bidin. Tê gotin ku kesên ku di parastina sindoqan de cih girtine hatin binçavkirin. Tişta ku bê zanîn jî ji ber ku ditirsin êriş dikin û binçav dikin. Em ê bi ser kevin, demokrasî û gelê kurd bi ser bikevin."   Muxatabê çareseriyê birêz Ocalan e. Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê divê deriyê Îmraliyê bê vekirin. Çareserî li Îmraliyê ye û rêya wê di wir de derbas dibe. Heke Îmrali azad bibe dê gelên Tirkiyeyê jî azad bibin. Di 14'ê Gulanê de Erdogan dê teqewit bibe. Em ê mal bi mal bigerin û Partiya Çep a Kesk bidin nasandin. Em ê roja hilbijartinê sindoqên xwe biparêzin."   Mitîng li ber stranên Koma Kolektîfa Rîtma Azad û bi gerandina govendê bi dawî bû.