Li Kobanê li dijî wesayîtekê êriş hate kirin 2023-04-25 14:49:05 NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Kobanê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî wesayîtekê êriş hate kirin.  Îro di danê sibehê saet derdora 10.30’an de li başûrê bajarê Kobanê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êriş hate kirin. Navenda Ragihandinê ya HSD’ê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û wiha got: “Îro di nava rojê saet derdora 10.30’an de wesayîteke ku ji hêla şervanekê me ve dihat ajotin, rastî êrişa bi SÎHA’yan a dewleta tirk hat. Di êrişê de şervanê me şehîd bû.”