Li Îdirê xebatên hilbijartinê: Em ê vê rejîma faşîzmê bi hev re têk bibin 2023-04-25 15:44:49   ÎDIR - Namzetê Partiya Çepên Kesk ê Îdirê Yilmaz Hûn di vekirina bûroya hilbijartinê de axivî û wiha got: “Ji bo ciwan, zarok, civak û tekoşîna gelê kurd ev hilbijartin gelek girîng e. Divê em bibin yek û rejîma AKP-MHP’ê bi hev re hilweşînin.”    Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Îdirê Aysel Aras û Yilmaz Hûn di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li sûkê çûn serdana dikandaran û pirsgirêkên wan guhdarî kirin. Dikandaran jî pirsgirêkên xwe anîn ziman û diyar kirin ku ew dixwazin îktîdar têk biçe. Piştre jî namzet û endamên Partiya Çepên Kesk derbasî Taxa Emekê bûn û bûroya xwe ya hilbijartinê vekirin.   Namzetê Partiya Çepên Kesk ê Îdirê Yilmaz Hûn di vekirina bûroya hilbijartinê de axivî û diyar kir ku bila vekirina vê bûroyê bibe sedema çûyîna AKP-MHP’ê. Hûn, destnîşan kir ku ev hilbijartine ji bo her kesî gelek girîng e û wiha pê de çû: “Ji bo ciwan, zarok, civak û tekoşîna gelê kurd ev hilbijartin gelek girîng e. Em bibin yek û rejîma AKP-MHP’ê bi hev re hilweşînin. Em ê hesabê ji vê desthilata ku zarok, ciwan û malbatên me kirine penaber û bêpêşeroj hiştiye bipirsin. Îro navenda wê Amed li gelek bajaran hevalên me hatine binçavkirin. Bila ji bîr nekin ku em tu car paş ve gav naavêjin û em wan şermezar dikin. Em ê bi hev re vê rejîma faşîst têk bibin.”