Îdianameya ku amade kiribû jî desteser kir! 2023-04-25 17:11:53 AMED - Parêzer Resûl Temûr ê ku parêzeriya rojnamevanên girtî dike, vê sibehê hat binçavkirin. Polîsan di lêgerîna li buroyta Temûr de dest danî ser îdianameya rojnamevanê girtî ku dozgeriyê amade kiribû.    Parêzer Resûlm Temûr ku parêzeriya rojnamevanên girtî û rojnamevanên negirtî tên darizandin dike, vê sibehê di operasyona ku navenda wê Amed bû û li 21 bajaran pêk hat de hat binçavkirin. Lêgerîna li ofîs ango buroya Temûr piştî 5 saeta bi dawî bû. Polîsan di lêgerîna buroyê de hemû dosyeyên dozan ku dişopîne, nîşeyên parastinê û daneyên dîjîtal desteser kir. Her wiha îdianameya ku serdozgeriya komarê ya Amedê derbarê rojnamevanên kurd ên girtî de amade kiribû jî ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.    Derbarê lêpirsînê de agahî nedan parêzerên Temûr. Temûr li dijî sepanên dozger derket. Temûr anî ziman ku ew parêzerê rojnamevanan e û biryara lêgerînê ne bi hûrgulî ye û li dijî CMK’ê ye û li ber desteserkirina dosyeyan rabû. Parêzerên Temûr jî dan zanîn ku lêgerîn li dijî “rêbazê” ye û polîsan parêzeran bi darê zorê ji buroyê derxist. Li ser vê yekê parêzeran rewşê di girtekê de dan nivîsandin.    DOZGER ÎDINAMEYA KU AMADE KIRIBÛ JÎ DESTESER KIR   Balkêşe ku dozgerê ku derbarê lêgerîna Temûr de biryara lêgerînê daye, di heman demê de vî dozgerê îdianameya 15 rojnamevanên kurd ên girtî jî amade kiribû. Îdianameya ji 728 rûpelan pêk tê ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.    Li buroya Temûr, tenê pirtûka bi navê “Edaleta Winda (Kayıp Adalet)” ma.