'Em ê tifaqa zilmê di sindoqan de têk bibin' 2023-04-25 19:19:19   SEMSÛR - Namzetê Parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Semsûrê Alî Kenanoglû ku di vekirina buroyê de axivî bal kişand ser binçavkrinên dawî û got: "Wê tu car nikaribin bi van êrişan encam bigrin. Teqez em ê bi ser bikevin û em ê vê tifaqa zilmê di sindoqan de têk bibin."   Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Semsûrê li bajarokê Bûlamê ya navçeya Cêlikan û li Taxa Eskîsaray a Semsûrê bi tevlîbûna namzetên parlamenteriyê yên bajêr buroyên hilbijartinê vekirin. Berîya vekirina buroya hilbijartinê ya bajarokê Bûlamê şande bi namzetên parlamenteriyê Alî Kenanoglû û Bulent Çinar ve Serdana esnafan kir. Di serdanê de belavok hatin belavkirin û ji bo vekirina buroyê gazî welatiyan hat kirin. Her wiha şande guh li pirsgirêkên gel jî kir. Şandeyê li bajaroka Bûlamê serdana ziyaretgaha Tirba Zerbanê jî kir û li wir jî hevdîtin bi kesên hatibûn ziyaretgehê re kir.   Şande pişt re derbasî cihê ku buro lê hat vekirin bû. Li vir bi tevlîbûna şêniyên bajarokê re buroya hilbijartine hat vekirin. Di vekirina buroyê de namzetên Partiya Çepên Kesk ên Semsûrê Bulent Çinar û Alî Kenanoglû axivîn.   Di destpêkê de Bulent Çinar axivî. Çinar bi lêv kir ku ew ê xebatên xwe heta hilbijartinê bênavber bidomînin û bang li gel kir ku sindoqan biparêzin.    'EM Ê BI SER BIKEVIN'   Pişte  jî Alî Kenangolû axivî. Kenanoglû di axaftina xwe de bal kişand ser binçavkirina rojnameger, parêzer, hunermend û siyasetmedaran û ev tişt anîn ziman: "Desthilat dizane ku dawiya wê hatiye û yên ku dawiya wan aniye jî em in, Partiya Çepên Kesk e. Ji ber wê jî êrişî me dike. Her tim êrişî nirxên gelê kurd û elewiyan dike. Êrişa îro jî encama têkçûyina desthilatê ye. Beriya hilbijartinan dixwazin yên kuli pêşiya wan asteng in ceza bikin, çendî me heya niha berdelên mezin dane jî, me tu carî paş de gav neavêtiye û em ê tu carî dev jî têkoşîna xwe bernedin. Ji ber wê jî nikarin bi van êrişan encam bigrin. Teqez em ê bi ser bikevin û em ê vê tifaqa zilmê di sindoqan de têk bibin. Em îro li vir buroya xwe jî vedikin û em ê xebatên xwe yên hilbijartinê bidomînin."   Piştî axaftinan jinên bajarokê buroya hilbijartinê vekirin.    Şande piştre jî derbasî Taxa Eskîsaray a navenda Semsûrê bû û li vir jî buroya hilbijartinê vekir. Di vekirina buroyê de namzetên Semsûrê Alî Kenanoglû, Îzzet Karadag û Bulent Çinar jî amade bûn. Her wiha gelek welatî beşdarî vekirina buroyê bûn. Buro bi coşeke mezin hat vekirin.   HILBIJARTINEKE DÎROKÎ   Di vekirina buroyê de namzetê parlamenteriyê Îzzet Karadag axivî. Karadag diyar kir ku ew di pêvajoya hilbijartineke dîrokî de ne û ev tişt gotin: "Heke civak hilbijartinekê weke dîrokî pênase bike, ev tê wê wateyê ku pirsgirêkên mezin li wî welatî hene."   Piştî axaftinan, buroya hilbijartinê bi çepikan hat vekirin.