Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Akin serdana DFG'ê kir 2023-04-25 20:22:29 AMED - Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin, serdana Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê kir. Akin di serdanê de anî ziman ku siyaseta AKP'ê top avêtiye û got: "Em dizanin bê ev binçavkirin bi kîjan armancê hatine kirin. Qethiyen em ê vê qebûl nekin û nehêlin bibe tiştekî asayî."    Îro di operasyona li 21 bajarî de ku navenda wê Amedê bû Xwediyê Îmtiyazê yê yê Rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Yenî Yaşamê Osman Akin, rojnamevan Abdûrrahman Gok, Ahmet Kanbal, Mîkaîl Barût, Mehmet Yalçin, Mehmet Şah Orûç, Berîtan Canozer, Mehmet Yalçin, Salîh Keleş, Remzî Akkaya jî di nav de di ser 100'î re kes hatin binçavkirin. Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin ji ber van zextên li ser çapemeniya azad serdana Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) kir. Di serdanê de namzeta parlementeriyê ya bajêr Sevîlay Çalenk û Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Amedê Pinar Sakikê jî hevrêtiya Akin kirin.    Akin, li avahiya komeleyê ji aliyê Sekreterê Komeleyê Cûma Daş ve hat pêşwazîkirin.    ‘EM DIZANIN BÊ BI KÎJAN ARMANCÊ HATIYE KIRIN'   Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin anî ziman ku çeveqê bi van binçavkirinan re şiyar bûne û got: "Hem rojnamevan, hem siyasetmedar hem hunermend û hem jî Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Mahfûz Guzelyuz û Ozlem Gunduz hatin binçavkirin. Em baş dizanin bê ev binçavkirin bi kîjan armancê hatine kirin. Qethiyen em ê vê qebûl nekin û nehêlin bibe tiştekî asayî. Em dixwazin hevalên me rojek berî rojekê bên berdan. Ji lew re divê hilbijartin di nêvengeke demokratîk û wekhev de bên kirin. Lê ji ber ku li vî welatî tu carî hilbijartineke demokratîk nehatiye kirin, niha jî rejîma qesrê, desthilata AKP-MHP'ê bi hemû derfetên dewletê û bi hemû hêza xwe hilbijartineke newekhev û bêedalet bi rê ve dibe. Bila raya cîhanê û Tirkiye bibîne ku tevî hemû zextan jî dê ev desthilat di vê hilbijartinê de biçe. Êdî çapemeniya ku dengê me radigihîne û hemû kesên bi me re binçav dikin. Ev astengî dê bidomin, lê wê xebatên me yên hilbijartinê dê tu carî nesekin. Desthilat li dijî me kampanyaya xwe ya hilbijartinê bi vî awayî bi rê ve dibe. Lê wê kampanyaya me ya hilbijartinê li seranserê welêt bidome. Em ji bo jiyaneke hîn azadtir, ji bo avakirina komereke hevpar û ji bo jiyaneke bi hev re em li vir in. Bi taybetî jî em dizanin li Kurdistanê hêrseke mezin li hember AKP'ê heye. Ev jî tê wateya ku siyaseta AKP'ê top avêtiye."     Akin di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku 14'ê Gulanê dê ji bo Tirkiyeyê bibe rûpeleke nû û got: "Êvara 14'ê Gulanê dê ev desthilat biçe û em bi bihareke nû re şiyar bibin."    ‘DIVIYABÛ BIDÎTANA ÇAPEMENIYA AZAD NATEPISE'   Paşê Edîtora Nûçeyan a JINNEWSÊ Gulşen Koçûk axivî. Koçûkê jî bibîr xist ku ji salên 90'î heya niha dewlet bi îşkenceyan, bi girtinan û bi gelek rêbazên bi vî rengî bi ser çapemeniya azad de hatiye û got: "Gava desthilat guherîn, diviyabû bidîtana ku Çapemeniya Azad natepise. Niha jî bi heman rêbazan hewl didin ku Çapemeniya Azad paş de gav biavêje. Me di operasyona îro de dît ku tenê ne Çapemeniya Azad, têkoşîna ji bo heq, hiqûq û demokrasiyê jî hedef hat girtin. Me îro careke din jî dît ku divê 'em dengê xwe derxin.' Me girîngiya dengderxistina li dijî desthilatê û dewleta mêr dît. Lewma em jib o piştevaniyê bang li hemû kedkaran û kesên ji bo demokrasiyê têdikoşin dikin."