Dema sînordarkirinê bi dawî bû, biryara veşartina dosyeyê didome 2023-04-26 11:41:19   AMED - Biryara sînordarkirina hevdîtina parêzeran a li gel rojnamevan, siyasetmedar, hiqûqzan, hunermend û nûnerên rêxistinên sivîl ku duh di serî de li Amedê li 21 bajaran hatin binçavkirin dawî bû. Lê biryara veşarî ya li ser dosyeyê didome.    Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibû destpêkirin duh operasyona ku navenda wê Amed bû û li 21 bajaran hat lidarxistin, rojnamevan, hiqûqzan, siyasetmedar, hunermend û nûnerên rêxistinên sivîl di nav de herî kêm 126 kes hatin binçavkirin. 24 saet biryara sînordarkirna hevdîtina parêzeran a li gel binçavkiriyan hatibû dayîn. Ev biryara sînordarkirinê bi dawî bû. Lê belê biryara veşarî ya li ser dosyeyê berdewam dike.    Li gelek bajaran herî kêm 126 kesên hatine binçavkirin anîne Amedê û li Midûriyeta Polîsan a Amedê û li qereqolên polîsan ên cuda yên li bajêr tên ragirtin.