Li Îzmîrê ji bo mitînga 1’ê Gulanê bang hat kirin 2023-04-26 12:53:35 ÎZMÎR - Komîteya Amadekar a 1’ê Gulanê ya Îzmîrê ji bo beşdariya mitînga li Qada Gundogdûyê bang kir û xwest her kes ji bo jiyanek mirovî pêk were tev li mitîngê bibe.  Komîteya Amadekar a 1’ê Gulanê ya Îzmîrê bi armanca banga ji bo beşdariya mitînga 1’ê Gulanê ya dê li Qada Gundogdûyê pêk were, li Qada Konakê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji bo siberojên ronî hadê em berê xwe bidin 1’Ê Gulanê” hat vekirin û dirûşm hatin berzkirin. Nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî û gelek karker tev li daxuyaniyê bûn.    Li ser navê Komîteya Amadekar, Nûnerê Turk-Îşê yê Herêma Egeye Hayrettîn Çakmak daxuyanî da û da zanîn ku dahatên alîgiran, çeteyan û rantxwiran roj bi roj zêde dibin û roj bi roj karker jî feqîr dibin. Çakmak destnîşan kir ku ew ê ji bo jiyan û mûçeyek mirovî li qadên 1’ê Gulanê bin û got: “Rejîma serokatiyê xistin meriyete. Demokrasî, edalet û aştî ji holê hat rakirin. Ji bo em edalet, aştî, demokrasiyê û xwişk û biratiyê ji nû ve ava bikin, em ê li qadên 1’ê Gulanê bicivin. Helbesta herî xweş aştî ye. Ji bo em dawî li talana xwezayê û krîza avhewayê bînin, em ê liqadan bin. Em ê li dijî îstîsmara zarokan, tundiyê, mobîngê, tacîz û kuştina jinan li qadan bin. Em ê ji bo siberojek ronî li qadan bin û ji bo vê em berê xwe bidin qadên 1’ê Gulanê.”    BANGA BEŞDARIYA MITÎNGÊ    Piştî daxuyaniyê li Sûka Kemeraltiyê belavokên vexwendina bo mitîngê li welatiyan û dikandaran hatin belavkirin û Komîteya Amadekar banga beşdariya mitîngê kir.