Bûldan: Wê jin welat bi rê ve bibin 2023-04-26 13:01:58   WAN - Mitînga jinan a Partiya Çepên Kesk a Wanê bi tevlibûna bi hezaran kesan û bi coşeke mezin hat lidarxistin. dest pê kir. Hevseroka HDP'ê Pervîn Bûldan got: "Em ne qediyane, em naçin, em hene û em ê her hebin. Jin wê vê pergalê biguherînin û welat bi rê ve bibin."    Mitîngên Partiya Çepên Kesk ku di 24’ê nîsanê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de dabû destpêkirin didomin. Partiya Çepên Kesk, piştî mitînga li navçeya Silopiya ya Şirnexê, li Parka Mûsa Anter a navçeya Rêya Armûşê ya Wanê bi dirûşma “Em li vir in, em ê bi jinan re biguherînin” mitîngê li dar dixe. Qada mitîngê bi alayên partiyê hatiye xemilandin û girse ji sê baskan ve kete qada mitîngê. Jinên ku cil û bergên kurdî li xwe kirin, bi alayên partiyê û flamayên kesk, sor û zer hilgirtin. Li qada mitîngê coşeke mezin heye û qad di demekî kin de tije bû. Girseyê heta demekî dirêj li ber stranan xelekên govendê gerandin. Li qadê dirûşmên “Bijî berxwedanan zindanan” û “Şehîd namirin” olan didin.    Gelek jinên ku li pêşiya avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kom bûn, ber bi qada mitîngê ve meşek li dar xist. Li pêşiya partiyê heta demekê govend hatin gerandin û jinan bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” ber bi qada mitîngê ve dest bi meşê kirin. Jinên ku cil û bergên kurdî yên rengîn li xwe kirin, dovîzên “Dîsa jin, dîsa jiyan” hilgirtin.    Mitîngê piştî deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan û Başak Demîrtaş di mitîngê de axivîn.    Li ser navê Komîteya Amedekar Ebrû Demîrtepe axivî û bal kişand ser girîngiya 14'ê Gulanê û got: "Wê îktidar bi dirûşma 'Dîsa jin dîsa jiyan' têk biçe."    Piştî axaftina Demîrtepe, namzetên Wanê yek bi yek derketin ser dikê û jinan silav kirin. Dema ku Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan derket ser dikê coşa welatiyan zêdetir bû û yek car dirûşma "Jin jiyan azadî" berz kirin.    Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Wanê Gonul Uzunay jî axivî û got: "Em bi salan e li dijî îktidara faşîst têdikoşin. Li 21 bajaran ji sedî jortir hevalên me hatin binçavkirin. Siyasetmedar, hunermend, rojnameger, parêzer û nûrenên saziyan hatin binçavkirin. Em vê li dijî qirkirinê derkevin."    'EM HENE'    Başak Demîrtaş jî di axaftina xwe de bal kişand ser biryarbûn û hêza gel û wiha axivî: "Em jin li vir in, em li her derê ne. Em ji vir silavek xurt ji hevalên xwe yên jin re bişînin. Tu tişt li ber têkoşîna wekheviyê ya jinan nebû asteng. Em carek din dibêjin em hene, em li vir in. Em ê di 14'ê Gulanê de bi ser kevin."    BÛLDAN: LI DIJÎ ME OPERASYONÊN KOMPLOGERÎ PÊK TÎNIN    Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan jî jinên cîhanê silav kir û wiha axivî:   "Silav ji kesên ku têkoşîna azadiyê ya Jîna Emînî diparêzin. Silav li hemû hevrêyên min ên jin ên ku têkoşîna wê hembêz kirin. Silav ji Dayikên Şemiyê yên ku lêgerîna xwe ya edaletê didomînin silav. Belê, 18 roj man hilbijartinan re. Hikûmetê bi operasyonên qirkirina siyasî jin, ciwan û siyasetmedar binçavkirin. Ez dixwazim bibêjim ku operasyona ku di dema nêzikbûna hilbijartinan de hat kirin, operasyoneke komployê bû.   Dê di 14'ê Gulanê de bersivê bidin operasyonan. Em îro careke din ji vê qadê bersiva xwe didin. Yên vî welatî îdare dikin bila baş li vê meydanê binêrin. Bila li dirûşmên jinan, helwesta wan a rast û têkoşîna azadiya jinê binêrin. Em îro li vir bi moralek mezin mîtînga xwe ya jinan pêk tînin. Em îro dixwazin kelecana mezin a ku me ji Colemêrgê girt, bi jinên Wanê re li tevahiya Tirkiyeyê belav bikin. Bila guh bidin dirûşmeyên ji vê qadê derdikevin. Niha, bê guman, hikûmetê hesabên xwe dike. Dixwaze van hesaban bi operasyonan pêk bîne. Lê belê armancek wan a din heye; dixwazin me bitirsînin. Ji bo me bitirsînin, asteng bikin. Lê divê vê yekê jî bizanibin; em ne qediyane, em naçin, em hene û em ê her hebin.    Jin wê vê pergalê biguherînin û welat bi rê ve bibin. Em ê Tirkiyê îdare bikin. Weke jin di meclîsê de û di hemû qadên jiyanê de em namzetên rêveberiya welat in. Dixwazim bêjim ku em careke din daxwaza dengên hemû gelê Wanê dikin. Serokê berê yê AKP'ê herî dawî daxuyaniyek da û got 'Gelê Wanê dengê xwe nade AKP'ê'. Ew bi xwe dibêjin. Xwe vekirî îfade dikin. Gelê Wanê wê dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk, ne AKP'ê.   Jinên delal,  Bekîr Kaya yê ku vîna we ye ji bîr nekin, hevşaredarên xwe ji bîr nekin. Wisa li vîna xwe xwedî derbikevin ku AKP ji kirin û kiriya xwe poşman bibe. Em ji we gelê Wanê bawer dikin û di xebatên we de serkeftinê dixwazin. Ez ji dil bawer dikim ku em ê bi ser kevin. Em ê ji niha û pê ve pir caran hev bibînin. Em ê bi mîtînga mezin a 13’yê gulanê ya Wanê li dar bixin, careke din bên gel hev.    Em ê di 13'yê Gulanê de bi heman biryardarî, coş û moralê rojek beriya hilbijartinê mitîngê pêk bînin û çawa di qadên Newrozê, qada 8'ê Adarê û îro li vî qadê jin kom bûn em ê ji wir jî peyamên xwe bidin. Di karê we de ji we hemûyan re serkeftinê dixwazim. Ez we hemûyan bi rêz û hezkirin silav dikim û hemû hevalên me yên jin yek bi yek hembêz dikim."   Piştî axaftinan hunermend Xecê derketin ser dikê û stranên ji hev xweştir gotin.