Dengdayîna li Ewropayê sibe dest pê dike: Ewlehiya di asta herî jor de ye 2023-04-26 13:53:34   STENBOL - Sê milyon hilbijêrên li Ewropayê sibe diçin ser sindoqan. Huseyîn Ataş ku di Koordînasyona Hilbijartinê ya Derveyî Welat a Partiya Çepên Kesk de cih digire diyar kir ku şandeya wan amade kiriye dê bi sindoqan re bişînin Tirkiyeyê û ewlehiya sindoqan dê ji hêla vê şandeyê ve bê kirin.    Hilbijêrên li derveyî welat dê sibe ji bo hilbijartinên serokkomariyê û yên giştî yên 14’ê Gulana 2023’yan sibe biçin ser sindoqan. 3 milyon û 286 hezar û 786 hilbijêr li welatên Ewropayê hene û dê 4 hezar û 969 sindoq bên danîn.    Hilbijêr dikarin li nûnertî, konsolosxane, balafirgeh û deriyên gumrikê yên welatan dengê xwe bidin. Dengdayîn dê li gorî saeta Ewropayê saet di 09.00’an de dest pê bike û saet di 21.00’an de jî bi dawî bibe. Her wiha ji bo ku rêjeya tevlibûna hilbijartinan zêde bibe, dê li gelek welatan sindoqên gerok bên danîn.    LI EWROPAYÊ BAWERIYA GUHERÎNÊ   Partiya Çepên Kesk ev nêzî 4 meh in xebatên hilbijartinê dike û di çarçoveya ewlehiya sindoqan de jî plan dike ku li ser her sindoqê muşahidekî/ê bi cih bike. Huseyîn Ataş ku di Koordînasyona Hilbijartinê ya Derveyî Welat a Partiya Çepên Kesk de cih digire, bang li hilbijêran kir ku dengê xwe bidin û sindoqan biparêzin.    Ataş, da zanîn ku di xebatên 4 mehan ên li Ewropayê de bi heman atmosfeta “7’ê hezîranê” rast hatine û ev tişt anî ziman: “Dê hilbijêr di vê hilbijartinê de bi xwe re guherîn û veguherînê bînin. Meyla hilbijêran gelemperî li ser Partiya Çepên Kesk e. Hemwelatiyên li Ewropayê dijîn, xwe ji geşedanên li welêt cuda nabînin. Mijara hatin û çûna bi rehetî û aboriya welêt bo wan girîng e. Baweriya wan ew e ku hilbijartin rê li ber guherîn û veguherînê veke. Lewma weke hilbijartineke krîtîk dibînin. Hêviya wan ew e ku rejîma yekzilamî hilweşînin.”    EWLEHIYA SINDOQAN DI LÛTKEYÊ DE YE    Bi domdarî Ataş got ku fikara hilbijêrên li Ewropayê ya herî mezin ewlehiya sindoqan e û wiha pê de çû: “Lewma mijara ewlehiya sindoqan li Ewropayê di rêza ewil de ye. Bi avakirina lijneyên hilbijartinê re me hewl da van fikaran ji holê rakin. Her wiha me ji bo parastina sindoqan şande ava kirin. Ev şande dê li gel sindoqan biçin Tirkiyeyê. Heta 14’ê Gulanê jî ev şande dê ewlehiya sindoqan biparêzin. Her wiha dê lijneyên serbixwe yên navneteweyî jî di van xebatan de cih bigirin. Dê bi dehan şande û parlamenterên ewropayî ji bo parastina sindoqan li welêt bin. Ji bo berfirehkirina şandeyên serbixwe jî em xebatên xwe didomînin. Armanca me ew e ku em ewlehiyê veguherînin mijareke navneteweyî.”    SINDOQÊN GEROK   Ataş, diyar kir ku dê sindoq ne tenê li konsolosxane û balafirgehan lê komîsyonên ji hêla Partiya Çepên Kesk ve hatine avakirin jî li gelek welatan ji şaredariyan cih kirê kirin û dê li wan deveran jî sindoq bên danîn. Ataş, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Komîsyon, cihên ku dê ev sindoq lê werin danîn û dîroka dengdayînê radigînin. Dê sindoq li welatên cuda û di dîrokên cuda de bên danîn. Weke mînak; li Dusseldorfê sindoq 3 rojan û li Kolnê ji bo 4 rojan tê danîn. Her wiha ji bo zêdekirina rêjeya tevlibûnê jî sindoqên gerok dê bên danîn. Plansaziya van tevan hatiye kirin. AKP-MHP bi taybet agahiya ku dê dengdayîn li konsolosxaneyan bê kirin belav dikin. Lê ev xelet e. Em dixwazin ku hilbijêr bi taybet jî li cihên serbixwe yên me diyar kirine dengê xwe bidin. Ev cihên me destnîşan kirin, cihên qanûnî û jêbawer in. Hûn mecbûr nînin ku dengê xwe tenê li konsolosxaneyan bidin. Hemû hemwelatiyên pasaporta wan heye dikarin dengê xwe bidin. Hinek gotinên weke ‘yên îltîca kirine nikarin dengê xwe bidin’ hene. Em dîsa dubare dibêjin; tiştekî wiha nîne. Her kes dikare deng bide.    Kelecaneke mîna ya hilbijartina 7’ê Hezîranê heye. Ez dikarim bibêjim em ê ji sedî 35’î dengan bigirin. Me ji bo veguhestina hilbijêran wesayît jî amade kirine.”   WELATÊN KU DÊ SINDOQ LÊ WERIN DANÎN Û DÎROKÊN WAN    Welatên Ewropayê yên ku dê sindoq lê werin danîn û rojên mayîna wan wiha ne:    * Li Almanyayê di navbera 27’ê Nîsanê û 9’ê Gulanê de (13 roj) * Li Fransayê di navbera 27’ê Nîsanê û 9’ê Gulanê de (13 roj) * Li Avûsturyayê di navbera 27’ê Nîsanê û 9’ê Gulanê de (13 roj) * Li Danîmarkayê di navbera 27’ê Nîsanê û 9’ê Gulanê de (13 roj) * Li Luksemburgê di navbera 27’ê Nîsanê û 9’ê Gulanê de (13 roj) * Li Hollandayê di navbera 29’ê Nîsanê û 7’ê Gulanê de (9 roj) * Li Belçîkayê di navbera 29’ê Nîsanê û 7’ê Gulanê de (9 roj) * Li Ingilistanê di navbera 29’ê Nîsanê û 7’ê Gulanê de (9 roj) * Li Swîsreyê di navbera 29’ê Nîsanê û 7’ê Gulanê de (9 roj) * Li Norweçê di navbera 29’ê Nîsanê û 7’ê Gulanê de (9 roj) * Li Awûstralyayê di navbera 29’ê Nîsanê û 7’ê Gulanê de (9 roj) * Li Kanadayê di navbera 29’ê Nîsanê û 7’ê Gulanê de (9 roj) * Li DYA’yê di navbera 29’ê Nîsanê û 7’ê Gulanê de (9 roj) * Li Yewnanistanê di navbera 29’ê Nîsanê û 7’ê Gulanê de (9 roj) * Li Swêdê di navbera 1 û 7’ê Gulanê de (7 roj) * Li Fînlandiyayê di navbera 1 û 7’ê Gulanê de (7 roj) * Li Îtalyayê di navbera 3-7’ê Gulanaê de (5 roj) * Li Polonyayê di navbera 3-7’ê Gulanaê de (5 roj) * Li Romanyayê di navbera 3-7’ê Gulanaê de (5 roj) * Li Çekyayê di navbera 3-7’ê Gulanaê de (5 roj) * Li Bulgaristanê di navbera 4-7’ê Gulanê de (4 roj)  * Li Îrlandayê di navbera 5-7’ê Gulanê de (3 roj) * Li Spanyayê di navbera 5-7’ê Gulanê de (3 roj) * Li Japonyayê di navbera 5-7’ê Gulanê de (3 roj) * Li Macaristanê di navbera 5-7’ê Gulanê de (3 roj) * Li Bosna Hersekê di navbera 5-7’ê Gulanê de (3 roj) * Li Maltayê di navbera 6-7’ê Gulanê de (2 roj)  * Li Moldovayê di navbera 6-7’ê Gulanê de (2 roj) * Li Portekîzê di navbera 6-7’ê Gulanê de (2 roj) * Li Sirbistanê di navbera 6-7’ê Gulanê de (2 roj) * Li Slovakyayê di navbera 6-7’ê Gulanê de (2 roj)    MA / Ergîn Çaglar