Malbata Şenyaşar: Li cihê ku edalet lê nebe, helalî jî çênabe 2023-04-26 14:19:39   RIHA - Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe Twîtterê ev peyam belav kir: “Zîhniyeta ku xwe serdestî gel dibîne têk diçe. Li cihek ku edalet lê nebe, helalî jî nabe.”    Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) di roja 765’emîn de Nobeda Edaletê li ber Edliyeya Rihayê didomîne. Malbat ji 9’ê Adara 2021’an ve çalakiya xwe berdewam dike.    Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar wek her roj ji mala xwe ya li Pirsûsê hatin ber Edliyeya Rihayê û li cihê her roj dest bi nobedê kirin.    Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê ev peyam belav kir: “Di roja 765’emîn de têkoşîna me ya edaletê didomîne. Dayê li ber edliyeyê û em jî li gel Partiya Çepên Kesk li qadê têkoşîna xwe didomînin. Zîhniyeta ku xwe serdestî gel dibîne têk diçe. Li cihek ku edalet lê nebe, helalî jî nabe.”