Polîsan hewldan dan ketina rojnamegeran a qada mitîngê asteng bikin 2023-04-26 16:22:12   WAN - Polîsan bi hinceta ku “karta turkuazê” tune ye, hewl dan pêşî li ber rojnamegeran bigirin ku nekevin qada mitînga jinan a Partiya Çepên Kesk.    Partiya Çepên Kesk li Wanê bi tevlibûna Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan mitînga jinan li dar xist. Rojnamegeran jî ji bo şopandina mitîngê xwestin bikevin qadê lê ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. Dema rojnameger Rûşen Takva, Kadîr Cesûr û Siddik Guler dixwestin bikevin qada mitîngê, polîsan bi hinceta “qerta turkuazê tune ye” rê li ber rojnamegeran girtin. Piştî zêdebûna bertekan, polîsan destûr dan ku rojnameger bikevin qadê. Rojnameger Takva bi van gotinan bertek nîşanî astengkirina polîsan da: “Dema me dixwest mitînga li Wanê ku bi tevlibûna Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan tê lidarxistin bişopînin, ji ewil bi hinceta ku qertên me yên turkuazê nînin hatin astengkirin û piştre jî ji qadê hatin dûrxistin. Piştre jî ferman hat û dîsa em girtin qadê. Em jî fêm nakin bê ka çima me ji qada ku dê di dawiya dawî de bigirin derdixînin! Lê bi qerta min a ÎFJ’ê ez dikarim bêpere bikevim Pîramîdên li Misrê û Quleya Eîfelê ya li Parîsê. Lê li Tirkiyeyê nikarim bikevin qada mitîngê jî.”