Operasyona li hemberî rojnamevanan spartin îfadeya şahidê eşkere 2023-04-26 19:27:55       AMED- Derket holê ku operasyona ku li Amedê li hemberî rojnamevanan hat kirin, berdewama operasyona 16'ê Hezîranê ye ku li hemberî rojnamevanan hatibû kirin. Tiştên rojnamevan pê tên tawanbarkirin, spartine îfadeyên şahidê eşkere Umît Akbiyik.    Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Amedê de ji 216 kesên ku Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya 3'yan a Amedê der barê wan de biryara binçavkirinê dabû, 128 kes hatibûn binçavkirin. Derket holê ku binçavkirina, rojnameger, siyasetmedar, hunermend û parêzeran, berdewama operasyona 16'ê Hezîrana 2022'yan e ku 16 rojnamevan hatibûn girtin. Bi îfadeya şahidê veşarî yê berê yê bi koda "CV23TY45UP78", îfadeya şahidê eşkere yê nû Umît Akbiyik ji rojnamevanên binçavkirî hat pirsîn.    ZAROK TV HAT TAWANBARKIRIN   Ji rojnamevanan îfadeya aîdê şahidê veşarî Umît Akbiyik hat pirsîn. Akbiyik, di îfadeya xwe de navê saziyên çapemeniyê rêz kiriye û derpêş kiriye ku ev sazî bîrdoziya rêxistinê esas digirin û "propagandaya rêxistinê" dikin. Her wiha Akbiyik derpêş kiriye ku Zarok TV jî organeke weşanê ya rêxistinê ye û "propagandaya rêxistinê" dike.    Umît Akbiyik di îfadeya xwe de derpêş kiriye ku ev saziyên çapemeniyê dîmenên çalakiyên YDG-H'ê û YPS'ê digirin û ji ANF, Nûçe Ciwan, Stêrk TV û Medya Haberê re şandine. Her wiha Akbiyik derpêş kiriye ku nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Abdûrrahman Gok jî ji van produksiyonan di yekê de dixebite.    Di îfadeyên li midûriyeta polîsan de ji rojnamevanan îfadeya Akbiyik û îfadeya şahidê veşarî yê bi koda "CV23TY45UP78" ku di 16'ê Hezîrana 2022'yan de 16 rojnamevan ji ber hatibûn girtin, hat pirsîn.